Berdewamiya cinayetên Rejîma Sûyonîst li Xezeyê û jordeçûna hejmara şehîdên Filistînê
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê bal kişand ser dewama destdirêjî û êrişên Rejîma Siyonîst ser cihên curbicur ên Zîvala Xezeyê, û derbarê zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran bo 38 hezar û 345 kesî agahî da.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê roja pêncşemiyê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de, Rejîma Siyonîst 2 cinayet li Zîvala Xezeyê pêk anîne ku di encamê de 50 kes şehîd bûne û 54 birîndar jî bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Ji ber wê jî li gor wê raporê, hejmarek ji qurbaniyan heta niha di bin kavilan û li ser cadeyan de mane û ji ber berdewambûna êrişan, hêzên rizgarkirin û berevaniya sivîl, nikarin xwe bigihînin wan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî ragihand ku di encama êrişên Rejîma Siyonîstî ji 7ê Cotmehê ve heta niha hejmara şehîdên Xezeyê gihîştiye 38 hezar û 345 kesan.Ser vê esasê hejmara birîndarên van êrişan jî rabûye 88 hezar û 295 kesî. Ji aliyê din ve çavkaniyên nûçeyan vê sibê derbarê êrişên esmanî yên giran ên Rejîam siyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezeyê agahî dan.
Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst êrişên giran dijî hin armancên li derdora nexweşxaneya El-Şifa li rojavaya bajarê Xezeyê pêk anîn.Li gorî vê raporê, firokeyên Rejîma Siyonîst her wiha navçeyên rojhilata Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê û navçeyên bakurê kempa Nuseyratê li navenda Xezeyê bombebaran kirin.Ji aliyê din ve medyayê, cinayeteke nû ya siyonîstan li dijî girtiyên filistînî eşkere kirin û ew jî veguhestina girtiyên filistînî bo qefesên mezin li ciheke vekirî de ye. Dayireya zindanên Rejîma Siyonîstî ragehand ku bi hinceta kêmkirina qelebalixa nav zîndanan, hin girtiyên filistînî di qefesên mezin de bi cih bikin.