Adar 27, 2024 16:18 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Filistîn bûye pirsgirêka cîhana mirovahiyê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bi berxwedana gelê mezlûm û bi hêz ê Xezeyê, meseleya Filistînê ji cîhana Îslamê sertir çûye û bûye mijara cîhana mirovahiyê.

Seyîd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja çarşemiyê di hevdîtina bi Îsmaîl Heniye, serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) û şanda pê re,  bi pîrozkirina hatina meha Remezanê ya pîroz û her wiha  serkeftin û  xuliqandina hemaseya  mezin a gelê Xezeyê di têkçûna siyaset û armancên REjîma talanker de û got: Gelê cîhanê ji Rejîma cinayetkar û piştevanê wê yê sereke Amerîka nefret dikin ji dil û can ji gelê mezlûm ê Xezeyê hez dikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê her cure liv û tevgerên  dîplomatîk ên Amerîka û Rejîma Siyonîst li navçê xapînok nirxand û destnîşan kir û bal kişand  ser vê yekê ku welatên ku li pey asayîkirina peywendiyan bi vê rejîma cinayetkar bûne, li ber çavên gelê xwe serşor bûne got:  bûyerên Xezeyê riswatiyeke din a mezin  bo Amerîkayê  hin welatên rojavayî bona piştevaniya ji  rejîma zarokkuj a Siyonîst  bû  û di rastiyê de cewher û rûyê rastîn yê Amerîka û rojava ji bo gelên cîhanê eşkere kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser hewildanên berfire yên Îranê ji bo hevdengiya di navbera welatên islamî de ji bo piştgirîya ji gelê mezlûm ê Xezeyê, rexne li xemsarî  û neçalakîya rayedarên  hin welatên islamî li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîst kir û got:

îro Hemas û komên din ên berxwedana Filistînê bi mêrxasî û tekoşîna xwe  û zarokên filistînî yên  mezlûm bi xwîna xwe ya pak îsbat kirine ku mezintirîn cinayeta cengê di dîrokê de û  jînosayda li Xezeyê bi piştevaniya Emerîkayê pêk hatiye ku hatiye şermezarkirin.Îsmaîl Heniye  jî ji hewldanên ên Komara Îslamî ya Îranê di warê piştgirîkirina ji gelê mezlûm ê Filistînê de sipasî kir û  û nêrîn û baweriya li piştgîriya  ji mesela Filistînê encama nêrîna kûr û kûr a rayedarên Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.

 

Serepeyv