Adar 16, 2024 16:14 Asia/Tehran
  • Berdewamiyaa cinayetên siyonîstan li 162-mîn roja Jînosayda Rejîma Siyonîst û Amerîkayê li Xezeyê

Êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê û Rexê Rojava li Filistînê îro şemiyê di halkeî de derbasî roja xwe ya 162`an bûye ku vê rejîmê di cinayeta xwe ya herî nû de bi bombebarankirina maleke zîvala Xezeyê zêdetir ji 30 welatiyên filistînî şehîd kirin.

Medyaya Filistînê vê sibê derbarê  bombebarankirina malekê li rojavayê kampa El-Nusiratê û şehîdbûna 36 filistîniyan ku piraniya wan jin û zarok in û  birîndarbûna bi dehan kesên din agahî dan. 

 Di hemen demê de,Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê roja înê bi ragihandina amara herî dawî ya qurbaniyên êrişên Rejîma Siyonîstî raghand: Hejmara şehîdên Xezeyê  gihêştiye 31 hezar  û 490 kesî û hejmara  birîndaran jî  rabûye 73  hezar û 439 kesî.

Her wiha nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li Xezeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişên  cinayetkarane yên artêşa rejîma dagîrkerser filistîniyên ku ji bo wergirtina alîkariyê li meydana  El-Kuweytê li bakurê zîvala  Xezeyê rawestabûn, gihîştiye zêdetir ji 100 şehîd û 200 birîndarî.

Hevgav topxaneyên Rejîma Siyonîst başûrê taxa El-Zeytûnê li rojhilata bajarê Xezeyê kirin hedef.

Bajarê Beyt Hanûnê li bakurê Zîvala Xezeyê  jî îro danê sibê rastî êrişên giran û hovane yên artêşa Rejîma Siyonîstî hat, topxaneyên artêşa Rejîma Siyonîst jî êrişî rojhilatê kempa El-Berîcê li navenda Zîvala Xezeyê û herêmên Mexraqe û El-Zehrayê li navenda vê zîvalê kirin. 

Devera Benî Neîm li rojhilatê El-Xelîlê jî  vê sibê rastî êrişa hovane ya hêzên siyonîst hat û di heman demê de hêzên berxwedanê yên li Rexê Rojava li hember êrişên rojane yên artêşa siyonîst bêdeng neman û li dijî dagirkeran ketin tevgerê.

Di heman demê de Tabûrên Qessam ragihandin ku wan li bajarê El-Zehra yê li bakurê rojavayê  parzêgeha navendî ya zîvala Xezeyê li dijî  komeke  4 kesî ya siyonîstan operasyoneke nû dan destpêkirin û ew kuştin. 

 

Serepeyv