Adar 07, 2024 16:31 Asia/Tehran
  • Yemen: Amerîka û Îngilîz berpirsê dûhatên gurrbûna nakokiyan li Deryaya Sor in

Berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê li axavtinekê de bal kişand ser vê yekê ku Amerîka û Îngilîz berpirsê zêdebûna nakokiyanli deryaya sor in û divê dûhatên wê qebûl bikin.

Mihemed Ebdulselam berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Amerîka û Îngilîs berpirsê dûhatên mîlîtarîzekirina deryaya sor in û divê encamên wê qebûl bikin. Wî got: Me b caran piştrast kiriye ku em ê gemiyln îsraîlî an gemiyên ku  ber bi benderên Filistînê yên dagirkirî ve diçin bikin hedef.

Abdulselam her wiah got:  Amerîka divê  hewl bida ku Îsraîlê neçar bike ku destdirêjî û şer rawestîne, lê bijardeya zêdekirina aloziyê hilbijart. Hêzên Yemenê tenê van gemiyan dikin hedef  ku hişyariyan berçav nagrin. 

Berdevkê Ensarullaha Yemenê her wiha bal kişande ser vê yekê ku êrişa ser Xezeyê bi tevahî  ji aliyê Amerîkayê ve ye û Israîl tenê amûreke bo cihanîan fermanên Amerîkayê. 

Wî her wiha got: Divê cîhan bi  Amerîkayê ve neyê xapandin û cinayetên jînosayda yên Îsraîlê yên li dijî gelê Xezeyê ku bi piştgiriya  Amerîkayê ve tê kirin ji bîr neke. Artêşa Yemenê di çend mehên derbasbûyî de, bi armanca piştevaniya ji berxwedana gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê, çend gemiyên siyonîstan ku ber bi navçên dagirbûyî li deryaya sor û tengava Bab El-Mendeb ve diçûn, kirine armanc.

Hêzên artêşa Yemenê berpirsiyar bûne heta ku rejîma Israîlî dest ji êrişên xwe  ser Xezayê bernede, ewê êrişên xwe li ser gemiyên vê rejîmê yan jî gemiyên ku ber bi deverên dagîrbûyî yên deryaya sor ve diçin, bidomînin.Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê her wiha ragihand ku hêza deryayî ya vî welatî gemiya amerîkî ya TRUE CONFIDENCEê li Kendava Edenê  daye ber mûşekan. 

 Mihemed Elî El-Hûsî, endamê polîtboroya Tevgera Ensarullaha Yemenê jî got: Hêzên çekdar ên vî welatî bersiva êrişên bêyî tirs yên Amerîkayê didin. Wî di peyamekê de li ser Twitterê nivîsî:

Tişta ku hêzên çekdar ên Yemenê dikin, bertekek e li hember êrişên  bêyî tirs yên Amerîkayê û hewldanên Amerîkayê ji bo parastina gemiyên Îsraîlê.

 

Serepeyv