Dewam cinayetan û bombebarana Rejîma Siyonîst ser dibistana ku aware tê da bi cih dibûn
Di encama bombebarana dibistaneke cihê bicîkirina awareyan li başûrê Xezeyê ji aliyê balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst va 12 filistînî şehîd û bi dehan ks birîndar bûn.
Di encama bombebarana ser dibistaneke cihê bicîkirina awareyan li Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê heta niha 12 filisrtînî şehîd û bi dehan kes birîndar bûne. Her wiha malek li Taxa Brezîlê ya bajarê Refehê ji aliyê balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst va hat bombebarankirin û heta niha meytên 4 şehîdan ji bin kavilan hatine derxistin û hewldana ji bo peydakirina 15 kesên din didome.
Topxaneya Rejîma Siyonîst jî navçeyên bakurê Zîvala Xezeyê ji wan Cebalyayê dan ber êrîşê. Taxên Zeytûn, Şucayîye, Tefah û Dercê yên bajarê Xezeyê jî ji şeva raborî va heta niha ketine bin topbarana Rejîma Siyonîst. Çavkaniyên nûçeyan qala peççûnên giran navbera têkoşerên filistînî û leşkerên dagirker li navçeya Beyt Hanûnê ya bakurê Zîvala Xezeyê kirin.
Çavkaniyên nûçeyan her wiha îro ragihandin ku balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst êrîş birine ser Kampa Nesîratê. Di van êrîşan da çend welatî di nav da malbata Ebû Qutrûsê pêkhatî ji 4 zarok û dayîka wan ku li nav saziyeke navneteweyî dixebitî, şehîd bûn.
Her wiha Rejîma dagirker enqest êrîşî ser kedkarên saziyên navneteweyî dike û valakirina Nexweşxaneya El-me'medaniyê wek tenha nexweşxaneya ku hîn jî li Xezeyê xizmetên pizîşkî raber dike, hatiye daxwazkirin.
Ji aiyê din va, Berdevê Tabûrên Îzeddîn Qessam tekez kir ku wek bersiva bo cionayetên Rejîma Siyonîst, têkoşerên Qessam di 72 saetên raborî da karîn 72 erebeyên leşkerî bi tam an beşeke wan birûxînin û 36 leşkerên siyonîst bikujin.
Ebû Ubeyde her wiha got: Êrîşa bi topan a têkoşerên Berxwedêr, teqandina bombeyên dijî binke û dijemirovî, pevçûna digel leşkerên Rejîma Siyonîst di mesafeya gellekî nêzik anku mesafeya sifir da û pêkanîna operasyona nîşanbaziyê bûye sebeb ku bi dehan leşkerên din bên kuştin an birîndar bibin û alavên wan bên zeftkirin.