Kanûn 14, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Êrîşa leşkerên siyopnîst ser Rexê Rojavayê Çemê Urdinê berdewam e

Bombebarana navçeyên Xezeyê ji aliyê balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst didome û di encamê da bi dehan welatiyên din ên filistînî şehîd û birîndar bûne.

Ji ber bombebarana malekê li Birca Îtihadê ya li Kampa Nesîratê li navenda Zîvala Xezeyê hejmarek şehîd û birîndar bûn. Di encama bombebarana du malan li xaçerêya Dexnîyê ya Refehê jî hejmarek şehîd bûn.

Bajarê Dêrel-Belehê li navend û bakurê Zîvala Xezeyê jî bi giranî hat bombebarankirin. leşkerên Rejîma Siyonîst vê sibê êrîşî ser malekê li Taxa Metarê ya nêzikî Kampa Qelendiyayê li bakurê Qudsa dagirbûyî kirin û xortekî filistînî desteser kriin. Çavkaniyên filsitînî qala giranbûna pevçûnan li nêzikî bajaroka El-Seyle Harisiyeyê ya nêzikî bajarê Cinînê navbera şervanên filistînî û leşkerên siyonîst qewimî.

Artêşa Rejîma Siyonîst binesaziyên Cinînê bio dozerê xera kirn û maleke filistînî li nêzikî kampa Cinînê jî teqand.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê vê sibê ragihand ku hemara şehîdên êrîşa sêrojî ya Artêşa Rejîma Siyonîst ser bajarê Cinînê bûye 11 kes. Leşkerên siyonîst di du rojên raborî da herî kêm 30 welatiyên filistînî li bajarê Cinînê desteser kirine.

Eşref Qedre Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filsitînê li Xezeyê ragihand: Artêşa dagirkera Qudsê kadroya dermanî li Nexweşxaneya Kemal Edwanê neçar bi berhevkirina birîndar û zarokan li cihekî kirine û rê li ber gihîştina av, ceryan û xwarinê bo wan digire.

Di vî halî da çavkaniyên filistînî qala pevçûnên giran navbera têkoşerên berxwedêr û leşkerên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê jî kirine. Têkoşerên Tabûrên Îzeddîn Qessam baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê 4 Tankên Merkava û 4 panzêrên Zirxî yên Artêşa Rejîma Siyonîst li Taxa Şêx Rizwanê ya bajarê Xezeyê bi roketên Yasîn-105 rûxandin.

Berxwedana Îslamî ya Libnanê jî baregehên Artêşa Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî kirin armanc.

Li gorî amara Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê, di encama êrîşên Artêşa Rejîma Siyonîst ser Xezeyê da heta niha 18 hezar û 608 filistînî şehîd û 50 hezar û 594 kes birîndar bûne.

Serepeyv