Kanûn 07, 2023 15:54 Asia/Tehran
  • Berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê

62 roj li ser şerê Bahoza El-Eqsayê li zîvala Xezeyê û başûrê Lubnanê re derbas dibe, lê êrişên cinayetkarane yên xwefir û topxaneyên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê berdewam dikin.

Di siya berdewamiya piştevaniya berfireh a Amerîkayê , artêşa cinayetkar a Rejîma Siyonîst  bombebarankirina deverên curbicur ên Zîvala Xezeyê û cinayetên hovane yên xwe berdewam dike.Topxaneya Rejîma Siyonîst çend cihên Xezeyê bi tundî topbaran kirin û di encama êrişa  ser derûdora dibistanên girêdayî  bi UNRWAyê de bi dehan filistînî şehîd bûne.Di encama êrişa esmanî ya Rejîma Siyonîst ser kampa El-Mexaziyê li navenda zîvala Xezeyê  de 4 endamên  malbatekê ji wan 3 zarok şehîd bûn.

Xwefirên Rejîma Siyonîst maleke li kempa Yebnayê li  navenda Refehê û li nêzî sînorê Misrê dan ber bombeyan û  hejmarek şehîd û birîndar kirin.

Di encama bombebarana maleke li kampa El-Şabûreyê  li Refehê  li başûrê Zîvala  Xezeyê de 20 Filistînî şehîd bûn.

Çavkaniyên nûçeyan derbarê pevçûna  giran di navbera hêzên berxwedanê û Rejîma Siyonîstî li  navçeyên Şucaiye û Tefahê li rojhilatê Xezeyê agahî dan.

Topxaneyên Rejîma Siyonîst Wadî El-Selûqî li başûrê Lubnanê dan ber topan.

Di heman demê de, Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku bona piştevaniya   ji gelê Filistînê li zîvala Xezeyê û piştgiriya ji berxwedana wêrekane ya wan, têkoşerên Berxwedana Îslamî ya Lubnanê  meqera El Mercê li gundê dagîrkirî  yê Hûnînê dan ber gulleyan. 

Şer û pevçûneke gian di navbera hêzên berxwedanê bi leşkerên Rejîma Siyonîst  e li navçeyên Şuceiye û Tefahê li rojhilatê Xezeyê rû da û tabûrên Seraya el-Qudsê 3 şeramûrîn Rejîma Siyonîstî bi mûşekên tandim û bombeyên El-Emal El-Fedaî dan ber êrişan. 

Di heman demê de berdevkê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand: Artêşa  Rejîam Siyonîst di şer û pevçûnên li zîvala Xezeyê de rastî  operasyoneke nişkêveyî tê û ji ber vê yekê jî wê neçar bibe ku êrişên xwe rawestîne.Museb El-Berîm got: Piştî du mehan ji dagirkeriyê re, berxwedanê, dagirker neçar kirin ku planên xwe biguherînin û paşde vekişin. Dagirker di şerên xwe de rastî êrişên nişkêveyî tên û tişta ku ji berxwedanê dibînin, dê wan neçar bike van destdirêjiyan rawestînin.

.

Serepeyv