Mijdar 27, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Dizîna endamên bedena şehîdan li Xezeyê ji aliyê artêşa mirovxwor a Rejîma Siyonîst ve

Zêrevanê Mafên Mirovan, daxwaza avakirina komîteyeke navneteweyî ya serbixwe derbarê hilkolandina rastiya revandina termên şehîdên navenda pizîşkî ya El-Şefa li Xezeyê û nexweşxaneya Endonezyayê li bakurê vê navçeyê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîstî ve kir.

Zêrevanê Mafên Mirovan, di rapora xwe de, amaje bi mijara bi xof a dizîna endamên bedena şehîdan li Xezeyê kir û ragihand ku pizîşkên vê saziyê dibêjin ku muayinekirina bilez a hin cenazeyan piştî radestkirinê, dizîna endamên benedn weke  reşreşoka çav û beşên din ên girîng ên wekî kezeb, gurçik û dil nîşan dide. 

Artêşa Rejîma Siyonîst heta gora komî ya ku zêdetirî 10 roj berî niha li yek ji hewşên nexweşxaneya  El-Şefa hatibû kolandin, vekir û termên çend şehîdan derxistin û ew revandin. Îsraîlê  di warê revandina  termên filistîniyan de pêşîneyeke dom û dirlj heye.

Her wiha girtiyên filistînî ku li çarçova rêketinama navbera Hemas û Rêjîma Siyonîst ji zindanên siyonîstan hatin azadkirin, hinek ji cinayetên vê rejîmê li dijî girtiyên filistînî eşkere kirin.

Esra Ceabîs xatûna berxwedêr a filistînî ku di heyama 8 salên hêsîrbûna xwe de sedî 60ê  leş û rûyê wê ji aliyê siyonîstan ve hatiye şewitandin, tevî baskirina rewşa nebaş a zindana Rejîma Israîlê,qala bêrîkirina zaroka xwe ku destûr nedida wî bibîne, kir û got :Ez hêvî dikim ku ji bo azadkirina keçên filistînî yên di zindana Rejîma siyonîst de di rewşeke pir xerab de ne, hewl bê dayîn.

Şerûq Diyat jineke din a filistînî ya ku ji zindanên Rejîma Israîlê azad bûye, derbarê reftarên Rejîma Siyonîst bi girtiyan re got: Reftarên wan nemirovane bû. Xwarin têrê nedikir , carinan me rojî digirt da ku xwarina me bidin kesên ku hewcedariya wan zêde heye.

11 girtiyan di odeyên 4 kesî de dihatin xweyîkirin. Berdewam  rih û rewanê me diêşandin û digotin işkest nêzîk e. Wê  her wiha got: Di van heşt salên hêsîrbûnê de, dijwartirîn dewra ku min dît, hema vê dawiyê bû.

 

Serepeyv