Cotmeh 02, 2023 09:31 Asia/Tehran
  • Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê: Qeyrana sînorên Amerîkayê ji Ukraynê girîngtir e

Serokê parlemana Amerîkayê got ku qeyranên sînorî yên vî welatî ji meseleya Ukraynê girîngtir in.

Kuwîn Mek kartî, Serokê Civata Nûneran a Amerîkayê roja Yekşemê got piştî pejirandina qanûnek demkî ji bo pêşîgirtina  ji tehtîlkirina hukûmeta Amerîkayê  got ku ew pabend e ku alîkariya Ukraynê bike, lê hilkolandina qeyrana  li sînoran girîngtir e.

Mek kartî got jî, ji bo min  Amerîka û sînorên vî welatî  di ewlewiyetê ne; Ez piştgirî didim ku Ukrayna çekên ku hewcetî pê heye  bi dest bixe, lê pêşî ez piştgiriyê didim mesela sînoran. Ji ber vê yekê divê em bi hev re rêyek ji bo vê yekê bibînin.

Ji bo pesendkirina projeyasaya bûdceya sala  nû li Amerîkayê, hin nûnerên Komarîxwaz ên Amerîkayê li dijî terxankirina bûdceyeke mezin ji bo alîkariya bo  Ukraynê ne. di halekî de ku mijara piştgiriya ji  Ukraynê ji bo Miç Mek kanêl, rêberê Komarparêzan di Senaya  Amerîkayê de ewlewiyetek e.

 Çak Şomêr, Serokê Piranîya Demokrat a Senyaê  piştrast kir ku dayîan alîkariyên aborî ji bo Ukraynê  tim di ewlewiyetê de ye.

Mek kartî ragihand ku ji bo rêgirtina li tehtîlbûna hikûmetê heta 17ê Mijdarê dê proje yasayek demkî pêşkêş bike, lê pirsgirêkek mezin heye; ev pêşnûma alîkariya ji bo Ukraynê nagre ber xwe  û nebûna wê dê bibe derbeyek li rêveberiya Joe Biden û Serokkomarê Ukraynê Vêlodymîr Zelensky.

Zelensky di civînekê de bi Biden û qanûndaneran re hefteya borî, careke din ji bo parastina Kiyevê li hember Moskowê daxwaza bûceyeke zêdetir kir .

Zêlênskî piştî rawestandina  alîkariya ji bo Kîevê ji projeyasaya bûdceya Amerîkayê ragihand ku tu tişt dê têkoşîna Ukraynê ya li dijî Rûsyayê lawaz neke.

Zelensky her wiha got, Ukrayna tenê di roja serkeftinê de dê dest ji berxwedan û şer berde.

Di pêwendiyeke telefonî bi  Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Loyd Astin, Wezîrê Berevaniya Ukraynê Rostem Omerov  derbarê alîkariyên leşkerî yên zêdetir hinek garantî wergirtin.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Cozêf Borêl, ji qanûndanerên Amerîkî xwest ku ji nû ve li ser biryara xwe ya derxistina piştgiriya darayî ji bo Ukraynayê ji pêşnûmeya budceya pejirandî binirxînin da ku pêşî li girtina hukûmeta federal bigirin.

Karbidestên Ewropî ji rêkeftina di navbera qanûndaner û rêveberiya Amerîkî li Washington matmayî man, Borrell got, û YE dê alîkariya Ukraynê bidomîne heya ku Moskow têk biçe.

Vî Rayedarî got  ku ji destpêka şer û vir ve Yekîtiya Ewropayê 85 mîlyar euro ji bo alîkariya Ukraynê xerc kiriye kualîkariya leşkerî jî digre ber xwe.

Di vê navberê de, serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak roja Yekşemê got ku niha ti planek ji bo şandina leşkerên Brîtanî bo erkdariya perwerdeyê bo Ukraynayê tine  û renge ev bername di pêşerojê de were cîbicîkirin.

 

 

منبع خبر

Serepeyv