Îlon 25, 2023 10:18 Asia/Tehran
  • Bereya Gel bo Rizgariya Filistînê: Divê berxwedana li rexê rojavaya çemê Urdinê bê xurtkirin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Bereya Gel bo Rizgariya Filistînê dxawaza xurtkirina berxwedana gel li rexê rojavaya çemê Urdinê kir

Cemîl Mezher, Cîgirê sekreterê giştî yê  Bereya Gel bo Rizgariya Filistînê di axiftinkê de bal kişand ser  ser vê yekê ku em bi metirsiyeke mezin  re rûbirû bûne ku doza Filistînê dixe metirsiyê û divê em berxwedana  ji rawestana  li himberî rejîma dagîrker zêdetir bikin.

Mezher her wiha got: Hêzên filestînî  tu rêyek ji bilî xurtkirina berxwedanê li rexê rojava çemê Urdinê tinene.

    Cîgirê Sekreterê Giştî   yaBereya Gel bo Rizgariya Filistînê, bal kişad  ser vê yekê ku riya sazişa bi  Rejîma Siyonîstî ji gelê me re ji bilî bêhêvîbûn û işkestê tiştek bi xwe re neanî û got: Têkoşerên berxwedanê li hemberî  Destdirêji û siyasetên terorîstî yên Rejîma Siyonîst hewcedarê hewceyî b piştgirî û parastinê  hene..

Rêberên Hemas, Cîhada Îslamî û Bereya Gel bo Rizgariya Filistînê roja Şemiyê li Beyrûtê li hev  re civiyan û hewldanên hin welatan ji bo asayîkirina peywendiyan bi Rêjîma Siyonîst  re şermezar kirin.

Hevgav Rêkxistina Hevkariya Îslamî tundkirina cinayetên hêzên rejîma dagîrker li navçeyên filistînî yên dagîrbûyî şermezar kir û daxwaza rawestandina wê kir.

Nivîsgeha Rêxistina Hevkariya Îslamî bi tundî cinayetên hêzên dagirker ên Rejîma Siyonîst li navçên filistînî yên dagirbûyî ku bû sedema şehîdbûna 2 ciwanên filistînî û jinavbirina binesaziya kampa penaberan a Nûr Şemsê şermezar kir.

Rêxistina Hevkariya Îslamî teqez kir:

Êrîşên Rejîma Siyonîst cinayeta cengê û dijî mirovahiyê ye.

Li gorî nûçeyeka din, çavkaniyên filistînî derbarê şehîdbûna 2 filistînî di encama êrişa hêzên siyonîst  ser kempa penaberan a Tulkermê li rexê rojava  çemê Urdinê agahî dan. 

 Rayedarên Rejîma Siyonîst ev çend roj in deriyê Beyt Hanûnê li sînorê Gezeyê girêdane û îzna derbasbûna welatiyên filistînî û nexweşan nadin..

 

منبع خبر

Serepeyv