Îlon 25, 2023 09:30 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê: Dagirkeriya Amerîkayê Dê zêde berdewam nebe

Endamê pilebilind ê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê, hebûna rojava û Amerîkayê li vî welatî wek kolonyalîzmê nirxand û got ku hemû gelê Yemenê daxwaza derketina van hêzana dikin.

 

Elî El -Qehûm, Endamê  Nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê di hevpeyvînekê de ragihand: Hikûmeta Senayê ji nêzîk ve çavdêriya hûzûra rasterast a Amerîka û welatên rojava dike ku hemû rêzik û qanûnên navdewletî binpê dike.

Wî got ku hebûna hêzên Amerîkî û rojavayî li Yemenê bi her  hincetekê dê zêde berdewam neke.

Vî rayedarê pilebilind ê Ensarullahê teqez kir: Bi berçavgirtina şiyan û pîşesaziyên leşkerî yên ku Ensarallah heye, ew li hember vê meselê bê deng namînin.

El-qehûm destnîşan kir: Gelê Yemenê dê hizûra Amerîkayê û yên ku ewlehî, aramî, serwerî û yekîtiya vî welatî dixin xeterê û serwetên wê talan dikin, qebûl nekin.

Endamekî pilebilind ê Ensarullaha Yemenê got: Peyama me bo Amerîkiyan û welatên kolonyalîst ên rojava ev e ku hebûna we ya rasterast a leşkerî li Bab El-Mendab û perav û giravên Yemenê berevajiyê rêzik û qanûnên navneteweyî ye û gefê li  tranzîta deryayî ya  navneteweyî dixwe.

Vî endamê Ensarullaha Yemenê şerê dijî têrorîsmê, yek ji ewlewiyetên dewleta Yemenê li kêleka artêş, hêzên ewlehiyê û dezgeha dadweriyê da zanîn û got: Şerên dewleta Yemenê li himberî  El-Qaîde û DAIŞ'ê ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine damezrandin,  ji aliyê vî welatî ve tên piştgirîkirin, diyar e.

Hin çavkaniyên nûçeyan yên Yemenê, vê dawiyê derbarê derbabûna hejmarek ji leşkerên Amerîkayê nav navçeyên rojhilatê vî welatî agahî dan û  li gorî rapora çavkaniyên agehdar ên Yemenê, hêzên taybet ên Inglîzê hewl didin navendeke leşkerî li parêzgeha Hezremût li rojhilatê Yemenêava bikin û li gorî agahiyan, hêzên taybet ên Inglîzê bi piştgiriya endamên kirêgirtî yên navxweyî yên Yemenê li Hezremûtê bicih bûne.

Li gorî raporeke din, di encama êrişa roja Yekşemê de li parêzgeha Şebweyê li başûrê Yemenê 4 leşker hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.Vî rayedarî her wha  got : Bombeya  ku ji aliyê  Elqaîdeyê va li Şebweyê hatibû danîn, di dema derbasbûna geşta leşkerî de teqiya û di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor gotina vî berpirsê ewlehiyê, endamên çekdar ên El-Qaîdeyê li vê navçeya ku ketiye başûrê Yemenê û di bin kontrola hêzên alîgirên hikûmeta Adenê de ye, çalak in.

 

Serepeyv