Îlon 24, 2023 16:50 Asia/Tehran
  • Du dehe piştî têkçûna Seddam; Vedîtina gorên komî yên nû li Iraqê hema wisa didome

Gerçî ku du dehe ji têkçûna dîktatoriya Seddam li Iraqê derbas bûne, lê gelê vî welatî hîn rencê wê serdeê dikişîne; serdema ku ji br cinayetên Seddam û destdirêjiya wî li welatên cînar, zêdetirî miliyonek iraqî hatin kuştin.

Du dehe piştî têkçûna rejîma Seddam meytêîn nenas li benda naskirina pênaseyê ne û malbat bi hêviya dîtina zarên xwe yên wendayî gorên komî seh dikin.

Ev rewşa mîrasa desthilata Iraqê di çarîk-sedsalekê ye û bandorên wê yên xembar hema wisa li Iraq û navçeyê berdewam in.

Hisên Elî Siltanî Serokê Binyata Zîndaniya li Iraqê got: Hîn hinek gor li çolistana derveyî Necef û Kerbelayê hene û hin gorên komî jî li nav neyzaran û navçeya Decîlê hatine dîtin. Ji ber ku Seddam zîndanî bi komî îdam dikirin.

Tariq Mendelawî Rêveberê Giştî yê Binyata Zîndaniyan a Iraqê jî got: Rejîma Seddam hewl dida iraqiyan zindî bi gor bike û nimûneya wê ya sade keşfkirina zêdetirî 100 goran heta niha li Iraqê ji aliyê Rêveberiya Karûbarên Gorên Komî li Binyata Şehîdan e.

Seddam pêvajoya jinavbirina zana û merceyên şîeyan li Iraqê dest pê kir ku mînaka wê ya herî berbiçav îdamkirina ramanwer û merceyê bilind, Ayetullah Seyid Muhemed Baqir Sedir bû.

Rejîma Sedam bi navê Operasyona Enfalê dijî kurdan tevkujî pêk anî ku di encamê da zêdetirî 100 hezar kes di nav da jin û zarok hatin kuştin û sedî 90 ji gundên kurdan hatin wêrankirin.

Hisên Elî Siltanî got: Gorên komî hem li başûr û hem li bakur hene. Ji ber ku Sedam hem li dijî şopînerên Ehlê Beytê (S) bû û hemî dijî Kurdan.

Cinayetên Seddam li Iraqê di rewşekê da diqewimîn ku bêdengiya welatên roajavyî li hemberî cinayetên wî yên hovane bû sebeb ew êrîşî ser Kuweytêî bike û Iraqê derbasî rêzeşerên nû yanî Cengên yekem û duyem ên Kendava Farsê bike ku bû sebeb ev welata ne-edlane were dorpêçkirin û berdêla wê jî gelê Iraqê bi dayîna bi sedan hezar qurbaniyan, bide.

Lîsteke bilind a tevkujî, destdirêjî û cinayetan û iraqî hema wisa matmayî ne ku gelo werisê ku gewriya Seddam guvişand, edalet ji bo bi miliyonan qurbanîyî dabîn kir an na?

 

 

Serepeyv