Îlon 22, 2023 10:54 Asia/Tehran
  • Ciwanekî fîlîstînî li rojavayê Cenînê şehîd bû, Berdewamiya nakokiyan li rexê rojavaya çemê Urdinê

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ciwanekî filistînî li rojavayê Cenînê bi guleya hêzên siyonîst ên dagirker şehîd bû.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ciwanê filistînî yê bi navê Ebdullah Îmad Ebû Hesen di dema êrîşa leşkerên dagirker ên siyonîst ser bajarê Keferdanê li rojavayê Cenînê hat şehîdkirin.

Nakokiyên li rexê rojavaya çemê Urdinê di navbera filistîniyan û hêzên dagirker de hîna berdewam in û  çend sietan berî niha hat ragihandin ku leşkerên  Artêşa Rejîma Siyonîst êrişî ser bajarê Nablusê kirine.

Çavkaniyên xwecihî teqez kirin, siyonîstan mala têkoşerekî filistînî li vî bajarî dorpêç kirin.Çavkaniyên xwecihî jî ragihandin ku li taxa Refaziye ya bajarê Nablusê di navbera berxwedan û hêzên dagirker ên Îsraîlê de pevçûneke çekdariyê derketiye.

Çavkaniyên Filistînî jî ragihandin ku leşkerên Îsraîlê 4 mûşekên Matador avêtin mala dorpêçkirî ya li bajarê Nablusê.

Çavkaniyên Îbrîziman jî çend sietan berî niha ragihandin ku leşkerên Îsraîlê  ber bi ciwanekî Filistînî li navçeya  girika fransî li Qudsa dagirbûyî gulle avêtine.

Çavkaniyên  hanê  ragiahndin ku ev xort bi  kêrê êrişî ser leşkerên Îsraîlê kir û hêzekî ewlehiyê jî birîndar kiriye û heta niha rewşa vî xortê filistînî nediyar e.

Hevgav POlîsê Rejîma Siyonîst ragihand ku xortekî filistînî yê 19 salî êrişa bi kêrê  li Qudsa dagirbûyî cih aniye  ku niha di rewşeke metirsîdar de ye.

 Nakokiyên li  navçên filistînî pir berfireh bûne ûhevgav hat ragihandin ku leşkerên Rêjîma Siyonîst û xortên filistînî li dergehê Beyt Emrê li bakurê El-Xelîlê  ketine pevçûnê. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin:

Di encama şer û pevçûnan de li deriyê Beyt Emrê li bakurê El-Xelîlê leşkerekî dagirker birîndar bûye.

 

Serepeyv