Îlon 18, 2023 10:15 Asia/Tehran
  • Bexda: Bila hemû welat, welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ji kampa Holê vegerînin

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir, ku divê kampa Holê, ku navenda malbatên endamên DAIŞê ye, were hilweşandin.

Fuad Husêyn Wezîrê karên derve yê Iraqê di hevdîtina bi nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Sûriyê Giyêr Pederson  re li kêleka civînên civata giştî ya vê rêxistinê bal kişand ser giringiya çareserkirina pirsgirêka kampa Holê, û tekez kir ku divê welatên din welatiyên xwe yên ku di vê kampê de ne, vegerin welatê xwe; Ji ber ku ev kamp ji bo ewlehiya Iraq û herêmê metirsiyeke giran e.

Wezîrê karên derve yê Iraqê her wiha bal kişande ser pêwîstiya piştgirî  û dabînkirina darayiya welatên ku mêvandariya penaberên sûrî dikin û got: civaka navneteweyî divê hewcedariyên sereke yên van kesan dabîn bike.

Fuad Husêyn her wiha teqez kir, ku Iraq mazûvaniya bi sedan  hezar penaberên Sûriyê dike û weke welatiyên xwe bi wan re reftarê dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê û Giyêr Pederson hewldanên ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê nirxandin.

Pêştir Qasim El -Erecî, Şêwirmendê asayîşa neteweyî ya Iraqê, vê dawiyê bal kişandibû ser vê yekê ku kampa Holê weke gefekê ye û divê bilez were têkbirin û ev kamp navenda malbatên endamên terorîstên DAIŞê ye.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê di kêleka  civîna berfireh a Navenda Lêkolînên Stratejîk a El-Nehrînê daxuyaniyek belav kir û got: Hikûmeta Iraqê bi caran tekez kiriye ku kampa Holê ji bo Iraq û cîhanê gefek e. Divê civaka navneteweyî jî welatên din han bide ku welatiyên xwe ji vê  kampê derxînin.

Niha zêdetirî 70 hezar kes li kampa Holê ya girêdayî parêzgeha Hesekê ya Sûriyê de ne.

  Ji van 31 hezar sûrî û 31 hezar jî iraqî ne. Herwiha 12 hezar welatiyên welatên din jî di vê kampê de  ne û heta niha  kêm welat razî bûne ku welatiyên xwe yên DAIŞê li vê kampê wergirin. 

Ji aliyê din ve çavkaniyên sûrî ragihandin ku bi dehan malbat û endamên Iraqî yên DAIŞê li kampa Holê li Sûriyê, amade ne ku ji vê kampê derkevin û derbasî kampa Cedeyê ya Iraqê bibin.

Şêxmûs El-Ehmed, Berpirsê Nivîsgeha  Karûbarên Koçberan li Bakurê Sûriyê ragihand:

175 malbat ku 737 ji wan welatiyên Iraqî ne, dê di dereq 2 rojên bê de ji kampa Holê ya li rojhilatê parêzgeha Hesekê derkevin.

Hikûmeta Iraqê bi hezaran iraqî ji kampa Holê veguhestin kampa El-Cedeyê.

Hin welatan jî hinek welatiyên xwe ji vê kampê vegerandine welatê xwe,  lê gelek welatên cîhanê li dijî vegera welatiyên xwe yên DAIŞê ne.

 

منبع خبر

Serepeyv