Siyasetên hikûmeta Tirkiyê ji bo çareserkirina qeyrana aborî
Alîkarê Yekem ê Serokkomarê Tirkiyê kêmkirina rêjeya enflasyonê bo nirêxn bin 10î, parastina pêşketina aborî û berfirehkirina kar û şixulînê, baştirkirina dadmendî û rihetiya civakî wek çar armancên mezin ên hikûmeta npû ya vî welatî dan zanîn.
Cewdet Yilmaz Alîkarê Yekem ê Serokkomarê Tirkiyê roja Şemiyê got: Hikûmeta nû ya Tirkiyê bi sê amûrên Înzibata darayî, berxwegirtina siyasetên pereyî yên li gorî şert û mercên heyî û reforma pêkhateya aborî ji bo pêkhatina van çar armancan dê hewla xwe bidomîne.
Cewdet Yilmaz bi amajeya bi vêya ku hikûmetya Tirkiyê bi zûtî pêşnumaya bûceya salane û Berbnameya 12an a Pêşketinê ji bo pesendkirinê dişîne meclîsê, got: Ev hikûmet dê îsal derhata neteweyî ya zêdetirî hezar û 60 miliyar dolarî bi dest bixe û bi vê derhatê dê bikeve rêza hevdehemîn abora herî mezin li cîhanê.
Wî îcadkirina kar û şixulan wek hewla sereke ya rayedarên Tirkiyê di dewreya nû da zanî û bêyî amaje bi rêjeya bêkarbûnê ya derdora sedî 9 li welatê xwe bike, got: Bi îcadkirina salane 900 kar û şixulên nû, di dewreya sêsalî ya li pêşberî me da daketina rêjeya bêkariyê nayê sêwirandin.
Cewdet Yilmaz misogerkirina neguherîna bihayan û kontrola enflasyonê wek xwesteka gelê Tirkiyê û siyaseta rayedarên Tirkiyê zanî û îdia kir, Rêjeya enflasyonê li Tirkiyê ji sala bê va hêdî hêdî dê dakeve û sala 2026an dê bigihêje sedî 8,5.
Ev gotinên xweşbînane di halekî da ji aliyê Alîkarê Yekem ê Serokkomarê Tirkiyê va tên gotin ku Hamberto Lopêz Rêveberê Banka Cîhanî du roj berê ragihand ku vê enstîtûya darayî dil heye ji bo pêşîgirtin li dewama qeyrana aborî ya heyî û piştevaniya ji siyaetên aborî yên hikûmeta nû ya Tirkiyê, pakêta darayî ya 35 miliyar dolarî bo heyama sê salan bide Enqereyê.
Mihemed Şimşek Wezîrê Xizînedarî û darayîyê yê Tirkiyê jî wek berteka li hemberî biryara Banka Cîhanî, got: Berdestbûna dabînkirina darayî ya derveyî ya bi vî awayî, bêguman dê bernameya navîndem a hikûmeta Tirkiyê xurt bike.
Li gorî bawera karzanên meseleyên navçeyê, qewimîna erdhejê û zirara 104 miliyar dolarî ya ji ber wê û cihanîna hin siyasetên diravî ji aliyê hikûmeta Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê va û şêwaza siyaseta wî ya derveyî li navçeyê ji hokarên alozbûna rewşa aborî li vî welatî ne.