Tebax 25, 2023 09:39 Asia/Tehran
  • Hişyariya Ensarullahê derbarê rawestandina agirbesa li Yemenê

Ensarullaha Yemenê hişyarî da ku birrîna miaşa kedkarên yemenî, gefeke cidî ye bo agirbesta sist a li vî welatî.

Ebdulmelîk El-Ecrî, endamê desteya muzakirekar a  Ensarullaha Yemenê hişyarî da ku rewşa navçeyê aloz e û ger welatên destdirêjkar meseleya miaşa karmendên yemenî asê bikin dê rewş  hîna jî xirabtir bibe

Yek ji şert û mercên Ensarullahê ji bo ji nû ve destpêkirina agirbestê û rawestandina pevçûnên  li Yemenê, dayîna mişaşa karmendên yemenî bûye.

Eva di halekî de ye ku Mehdî El-Meşat, Serokê civata bilind a siyasî ya Yemenê  mehekê berî niha ragehandibû ku Sena dijberê pêşnîyara Riyazê ya dayîna mişaşa karmendên hikûmeta Yemenê di berdêla veguhestina derhatên nift û gaza Yemenê  bo banka neteweyî ya Erebistanê ye.

 Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê jî , Amerîka ji ber destêwerdana  Erebistanê  li  karê nedana miaşa karmendên yemenî sûçkar da zanîn û şîret li Waşingtonê kir ku bila di nava yemeniyan de ji xwe re dijminan çêneke. 

Di heman demê de medyayên Yemenê ragihandin ku di encama êrişa topxaneyî ya hevpeymaniya siûdî de 3 yemenî hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor rapora kanala El-Masîreya Yemenê, di nav birîndaran de 8 jin û 4 zarok ên yemenî  tên dîtin.

Di  vê raporê de hatiye, êrişa topxaneyî ya hevpeymaniya siûdî ser bajarê Moqboneyê li parêzgeha Teizê li sînorê Erebistana Siûdî û Yemenê cih hatiye.

Li gorî vê raporê, du rojan berî niha jî di encama êrişên topxaneyî ser navçeyên sînorî yên parêzgeha Sedayê de  yemeniyekî sivîl hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Pêştir jî Mihemed Nasir El-Atifî wezîrê berevaniya Yemenê di axiftinekê xwe de tekez kiribû ku hêzên çekdar ên vî welatî bi piştgirî û yekitiya xelkê  wêrek û azad ê Yemenê, dê hemû axa vî welatî ji lepên destdirêjkeran  derxînin û azad bikin û tu hêzek nikare li li himber wan bisekine.

Yemen zêdetir ji heşt salan e ku bûye şehedê  şerekî berdewam di navbera hêzên çekdar û komîteyên gelanî yên Yemenê û hêzên hevpeyman de ku dûhatên wê  berûlayên curbicur  hebûne û li gorî rapora NY ew şer  li cîhanê veguheriye wek qeyrana herî mezin a însanî.

 

منبع خبر

Serepeyv