Tebax 21, 2023 09:31 Asia/Tehran
  • Hişyariya berpirsê yemenî bo hevpeymaniya siûdî derbarê dewama dorpêçkirina vî welatî

Serokê Meclisa Bilind a Siyasî ya Yemenê hişyarî da ku tevî dorpêç û zextên aborî, gelê Yemenê jî êdî dê vêzar bibin û bikevin dewrê.

Roja pêncşemiyê şandeke Umanê ku navbeynkariya muzakireyên Sana û Riyazê ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê û bidawîanîna detsdirêjiya leşkerî ya hevpeymaniya Siûdî-Amerîkî dike, sefera Senayê kir. Mehdî Meşat, Serokê Meclisa Bilind a Siyasî ya Yemenê roja Yekşemiyê li hevdîtina bi şanda umanî ra, bal kişand ser destêwerdanên  hevpeymaniya siûdî, ji hewldanênên Umanê ji bo pêkanîna aştiyê li Yemenê detsxweşî kir û got: "Em hêvîdar in ku ev hewldan bighêjin encameke berçav ku bi sûda gelê Yemenê bin û pirsgirêkên wan kêm bike.

Serokê Meclisa Bilind a Siyasî ya Yemenê got: Tevî berdewamiya destdirêjî, dorpêçkirin û veguhertina mijarên însanî yên wekî vekirina balefirgeha Senayê û rakirina qedexeyên ser bendera Hudeydê   wek amûrek bo muzakireyê, gelê Yemenê dewama vê rewşa qebûl nakin.

El-Meşat hişyarî da û got, gelê Yemenê êdî vê rewşê tamûl nakin. Ger dijmin deriyên aştiyê bigire, mafê vî gelî heye ku xwe biparêze. Hevgav Wezîrê Veguhestinê yê dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê got: NY ser  vekirina tam a balefirgeha Senayê berbendan çêdike. "Ebdulwehab El-Dere" Wezîrê Veguhestinê yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ragihand ku NY di warê vekirina tam a Balafirgeha Navneteweyî ya Senayê û herwiha xebata hêlên esmanî  bo sefera nexweşên yemenî bo Qahîre û Hindistanê roleke neyînî hebûye. 

El-Dara tekez kir: Hejmarek mezin ji nexweşên yemenî  ji ber kêmbûna geştên esmanî bo balefirgeha Senayê li dervey welêt asteng bûne.

Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê ji sala 2016an ve ji ber dorpêça hewayî ya hevalbendiya  destdirêker a Siûdî girtî ye. Ev balefirgeh yek ji rêyên sereke bo derketina nexweşan û herwiha şandina alîkariyên xwarinê û pizîşkî bo Yemenê bû.

 

Serepeyv