Tîrmeh 17, 2023 11:52 Asia/Tehran
  • Dewama pevçûnan li Darfor û Um Dermanê li Sûdanê

 Çavkaniyên nûçeyan derbarê dewama pevçûnan li Darfora başûrî û hêsîrkirina bi dehan kes ji Hêzên Artêşê bi destê hêzên Berteka lezgîn agahî dan.

 

Hêzên Berteka Lezgîn ên Sûdanê di daxûyaniyekê de ragihandin ku piştî bidestxistina kontrola tam û tekûz a meqera fermandetiya tîpa 61an a artêşê li bajarê Kasê li parêzgeha  Darfora başûrî, serketineke nû bi dest xistine.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: Hêzên Berteka Lezgîn ên Sûdanê 13 trimbêlên cengê û 70 hawanên curbicur  zewt kirine û fermandeyê tîpa 16 ê û 30 kes ji hêzên vê tîpê bi pileyên cuda hêsîr girtine.

 Artêşa Sûdanê  jî di daxûyaiyekê de Hêzên Berteka Lezgîn ên Sûdanê bi êrişên topxaneyî ser nexweşxaneya Olyayê li Um Dermanê tawanbar kirin.

 Di daxûyaniya artêşê de hatiye: Vê bombebaranê ziyaneke zêde li navenda Diyalîzê, beşa lêhişyarbûnên taybet û odeya neştergeriyê û her wiha  hejmarek ji odeyên razandina nexwean xistine.

Hêjayî gotinê ye ku Omer El-Beşîr tev Bekrî Hesen Salih, Serokwezîrê berê yê Sûdanê û Ebdulrehîm Muhemed Huseyn Wezîrê Berevaniyê yê berê yê Sûdanê çend mehan berî niha li gor raporên pizîşkî derheq hewcetiya bo lêhişyarbûnên  tendrsutiyê hatibû veguhestin bo nexweşxaneya Olya ya Um Dermanê.

Eva di halkeî de ye ku  çavkaniyeke  sûdanî ya ser bi hikûmetê vê sibê ragihad ku  şanda  muzakirekirê artêşa vî welatî  bo destpêkirina muzakireya bi Hêzên Berteka Lezgîn ên Sûdanê vegeryaye  bajarê Cedeyê.

 Pevçûnên çekdariyê li Sûdanê ji 15 Nîsanê va di navbera artêşê bi fermandetiya  Ebdulfetah El-Burhan û Hêzên Berteka Lezgîn ên Sûdanê bi fermandetiya Muhemed Hemdan Deqelû nasiyar bi Hemîdetî li ser desthilatê destpê bû û navbeynkariyên  navneteweyî boa  rawestandian wê û rûniştandina aliyên têkildar  li dora maseya muzakireyê bê hasil bûne.

 

 

 

 

Serepeyv