Tîrmeh 02, 2023 16:12 Asia/Tehran
  • Kabûsa siyonîstan ji şikestina pawandariya Hêza Asimanî

Rojnameya ibrî ya Maariv'ê ragiahnd ku vekolandinên aliyên leşkerî yên Rejîma Siyonîst nîşan didin ku şiyanên asimanî nemaze şiyana xwefirran a Hizbullaha LIbnanê ji bo sekinîna li hemberî hêza asimanî ya ya vê rejîmê zêde bûye.

Li gorî vê raporê, aliyên leşkerî yên siyonîst mukir hatine ku hêza bergiriya asimanî ya Hizbullaha Libnanê di heyama pênc salên derbasbûyî da tûşî guherînên berfireh bûye ku dikare navbira şiyana vê tevgerê digel şiyana asimanî ya Rejîma Suiyonîst kêm bike.

Di vê raporê da hatiye: Biryara GHizbullaha Libnnaê ya çalakikirina pergala berevaniya asimanî ya Cûreya SA8, SA22 guherîneke stratejîk a bingehîn ji aliyê vê tevgerê tê zanîn; bi awayekî ku hêzên Hizbullahê dikarin çalakiya Hêza Asimanî ya Artêşa Til Avîvê heta di saetên agirbesê sînordar bikin.

Medyayên Rejîma Siyonîst mûşekên xaljen ên Hizbullahê wek kabûsa berpirsên ewlehî û leşkerî yên vê rejîmê dane zanîn. Vê adwiyê Hizbullaha Libnanê karî xwefirreke sîxoriyê ya Rejîma Siyonîst ku ji aliyê bajaroka siyonîstnişîn a Zer'îtê li bakurê Filistîna dagirbûyî va derbasî axa Libnanê bûbû, bi serkeftî bînin xwarê.

Wêneyên belavbûyî ji vê operasyonê nîşan da ku dijminê siyonsît dixwest kontrola dubare ya xwefirrê bigire destê xwe, lê nekarî vî karî bike.

Hizbullaha Libnanê kariye hevsengiyeke nû di şerê asimanî da pêk bîne ku şiyana Rejîma Siyonîst a têketina bo qada asimanî ya Libnanê kontrol bike û serokêhn leşkerî û ewlehî yên îsraîlî jî derheq vê yekê mukir hatine.

Piştî şerê "Şûrê Qudsê" di Gulana sala 2021ê da, Berxwedanê hewlên xwe ji bo pêşxiostina mûşekên dije-asimanî girantir kirin da ku xetera firrîna balefirên şêrr ên Îsraîlê kêm bike û ji ber vê yekê karî van mûşekan bi dest bixe.

Bi pêşxistina van mûşekan berbendek ser rêya firrîna bênîgeranî ya balefirên şêrr ên Îsraîlê ser Zîvala Xezeyê pêk tê; nemaze ku ji sala 2014an û bi vir va ku hêzên Berxwedana gulleyên 14.5 Mîlî-mitr ji bo berevaniya asimanî bi kar tînin, helîkopterên îsraîlî êdî nawêrin nêzikî Xezeyê bibin û armanc ev e ku asimanê Xezeyê ji bo her alava firrok a ji aliyê dijmin va xeternak û ne-ewleh bibe.

Ev babet nîşan didin ku bi derbasbûna demê, pawandariya hêza asimanî ya Rejîma Siyonîst jî dişkê û roj bi rojê hêzên Berxwedanê hêza xwe ya Pêşîlêgirtinê di warê asimanî hevtûşê warên bejahî û deryayî zêde û xurt dikin.

 

Serepeyv