Tîrmeh 02, 2023 09:30 Asia/Tehran
  • Rapor | Xwenîşandana li dijî Benyamîn Netanyahû di hefteya 26an da

Niştecihên erdên dagirbûyî di hefteya 26an a bidûhev da li dijî Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û plana wî ya Pêkanîna guherînan di Pergala Dadweriyê da xwenîşandan li dar xistin.

Bi dehan bajar ji bakur heta başûrê Filsitîna dagirbûyî ji wan Til Avîv, Heyfa, Qudsa dagirbûyî, Bêir El-Sebe, Rîşûn Letsiyon û Hertzeliya qala xwenîşandana li dijî kabîneya rastgir a tundrê ya Benyamîn Netanyahû û plana wî ya Pêkanîna guherînan di Pergala Dadweriyê da. Medyayên Rejîma Siyonîst hejmara neraziyan li Til Avîvê zêdetirî 125 hezar texmîn kirin.

Di vî halî da polîsê Rejîma Siyonîst xwe ji bo sekinîna li hemberî zêdetirbûna xwenîşandanan di du rojên bê da amade dike; ji ber ku neraziyan gef xwarine ku roja Duşemiyê çalakiya Balefirgeha Bengoriyenê tûşî nakokiyê bînin.

Di plana kabîneya Benyamîn Netanyahû ya nasyar bi Pêkanîna guherînan di Pergala Dadweriyê da dê desthilata Saziya Dadweriyê were kêmkirin û li hemberî wê dê hêz û cîgeha saziyên cihêner û qanûndarêştinê di vê rejîmê da bên xurtkirin.

Pesendkirina vê planê ji aliyê Benyamîn Netanyahû va hat paşdaxistin, lê nerazî tekezî li ser betalkirina tam a vê planê dikin.

Nerazî bawer in ku Benyamîn Netanyahû hewl dide bi lawazkirina Saziya Dadweriyê, xwe li hemberî tawanan biparêze.

Serokên Opozîsyona Rejîma Siyonîst plana Pêkanîna guherînan di Pergala Dadweriyê da ya Benyamîn Netanyahû ji bo lawazkirina saziya Dadweriyê û hewldana wî ji bo pêşîgirtin li mehkemekirina xwe ji ber sê dosyeyên gendeliya darayî û bertîlxwarinê dizanin û bawer in ku ev kiryarên kabîneyê dê Rejîma Siyonîst ber bi pevçûn û şerê navxweyî û hilweşiyana hêdê hêdî va bibe.

 

Serepeyv