Nîsan 22, 2023 17:11 Asia/Tehran
  • Rapor | Bi milyonan kes di nimêja Cejna Remezanê da li Kerbelayê pişkdar bûn

Bi milyonan kes di nimêja Cejna Remezanê da li Kerbelayê pişkdar bûn.

Nimêja Cejna Remezanê bi pişkdarîya bi milyonan kesên iraqî û îranî û welatîyên ji welatên din li Beyn ul Heremeynê yanî di navbera mezargehên Imam Hisên (S) û Hezretê Ebbas (S) da hat kirin.

Îro bi hezaran kes ji evîndarên ehli beytê (S) li mezargehên Imam Hisên (S) û Hezretê Ebbas (S) li şarê Kerbelayê amade bûn û nimêja Cejna Remezanê kirin.

Li hin welatên misilman ji wan li Iraq û Îranê îro Cejna Remezanê ye û bi milyonan kes ji gelên van du welatana nimêja vê eydê li mezargehên ehli beytê (S) û mizgevtan kirin.

Rêberê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê jî di xutbeyên nimêja Cejna Remezanê da got: Em hemî hewla xwe didin ji bo ku dagirker bên derxistin.

Rêberê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê Seyîd ‘Emmar Hekîm’ îro li Bexdayê got: Yek ji destkevtên Iraqê, têkoşîna himberî şebeke û komên hizirtarî û terorîst û têkşikandina wan e ku nika rvîne çol û çîyayan û gellek endamên wan ên mayî revîne derveyî Iraqê.

Rêberê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê di dewamê da amajeyî destkevtên Iraqê yên navneteweyî jî kir û got: Yek ji destkevtên Iraqê ên berbiçav di peywendîyên navneteweyî da, veguherîna Iraqê ji welatekî dorpêçbûyî bo welatekî xwedîrêz û şopînerê aştîyê li cihanê ye.

Rêberê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê careka din destdirêjîyên berdewam ên Israyîlê û şîdet û te’daya li mafên gelê mezlûm ê Filistînê şermezar kir û pêgirî kir: Filistîn dê meseleya sereke û yekê ya ereb û misilmana be û heta serkevtina tam a mezlûm himberî zalim û serketina xwedîyên erd û milkê himberî talanker û dagirkeran em dê rûnenên.

 

Serepeyv