Nîsan 15, 2023 16:43 Asia/Tehran
  • Rapor | Medyayeke sîyonîstan: Mûşekên Hizbullahê gefeke rastî dijî doşikên gazê û gemîyên Israyîlê ne

Malpereke sîyonîstan ragihand ku şîyana Hizbullahê ya leşkerî di salên buhurî da gellekî zêde û xurt bûye û ev yeka gefeke rastî dijî gemî û doşikên gazê yên Tel Avîvê tê hesêb.

Malpera Vala ya sîyonîstan ji zarê çavkanîyekî leşkerî yê Rejîma Sîyonîst nivîsî: Hizbullahê karîye di salên derbasbûyî da şîyana xwe ya leşkerî zêde û xurt bike û rûyê xwe yê din nîşanî Israyîlê bide. Hizbullahê mûşekên pêşketî ji wan mûşekên perravî hene. Ew mûşekana gefeke rastî himberî doşikên gazê û gemîyên Israyîlê tên hesêb.

Vê medyaya sîyonîstan pêgirî kir ku dezgehên emnî yên Israyîlê ji ber vê yekê dilnigeran in û ser vê bawerê ne ku Hizbullahê û komên filistînî planeke hevpar ji bo lidarxistina operasyona leşkerî dijî Israyîlê di çend bereyan da hene.

Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst ‘Benyamîn Natanyahu’ jî di van rojên dawîyê da derheq lawazbûna vê rejîmê himberî şîyana Bereya Berxwedanê mukur hat û xwest ku ew rejîma xwe ji pevçûna digel Hizbullaha Libnanê, HAMAS û komên din ên berxwedêr dûr ragire.

Ji hêla din va, têkoşerên berxwedêr li Qudsa dagirbûyî operasyonek dijî sîyonîstan li dar xistin.

Hêzên Berxwedêr ên filistînî berbanga îro maşîneke bajaroknişînên sîyonîst li bakur-rojhilatê Qudsa dagirbûyî kirin armanc.

Yewkîneyên Cinînê jî di peyamekê da bo dagirkerên sîyonîst ragihandin ku cihad û têkoşîna têkoşerên filistînî ji bo şehîdbûn û serkevtinê ye û yê Rejîma Sîyonîst bavêje zibildanka dîrokê.

Yekîneyên Cinînê ser bi Seraya ul Quds basakê leşkerî yê Tevgera Cîhada Islamî ya Filistînê di merasimekê da ku li Kempa Cinînê hat lidarxistin, di peyamekê da ragihandin ku têkoşerên filistînî idî dawîn bizmalan li sindirûka Rejîma Sîyonîst dixin û yê ew bavêjin zibildanka dîrokê.

Operasyonên komên berxwedêr wek bersiva hibmerî cinayetên Rejîma Sîyonîst di mehên vê dawîyê da li deverên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê zef zêde bûne.

 

Serepeyv