Adar 06, 2023 14:42 Asia/Tehran
  • Rewşa herî dawî li Filistîna dagirbûyî | Yair Lapid: “Endamên kabîneya Netanyahû dîn in”

Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst bi zimanekî tund endamên kabîneya vê rejîmê dan ber rexneyan û ew wek dîn bi nav kirin.

 ‘Yair Lapid’, Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst û Serokê Bereya Opozîsyonê ya vê rejîmê teqez kir ku endamên kabîneya nû ya vê rejîmê hemî dîn in. Wî xwest ku beriya ji navçûna vê rejîmê, pêşiya vê dînbûnê bê girtin.

Wî got: “Îsraîlî hemî yê berdêla jinavçûna aborê bidin û divê pêşiya vê dînbûnê were girtin.”

 Hevalbendiya Serdest a Rastgir a Tundrê bi serokatiya Binyamîn Netanyahû ji dema ku hatiye ser desthilatê, hinek kar û bar kirine û hinek biryar dane ku ku li gor bawera bereya opozîsyonê û ‘Îshaq Hêrtzok’, Serokê Rejîma Siyonîst yê bibe sedem ev rejîma ber bi gurrbûna qeyrana navxweyî û heta şerê navxweyî va bimeşe.

 Biryara kabîneya Netanyahû derheq pêknanîna guherînan di pergala Dadweriyê ya Rejîma Siyonîst de, her wiha gengeşeya derbarê dayîna detshilatên ewlehiyê bo ‘Itamar Ben-Gvir’, Wezîrê Ewlehiya Navxweyî û ‘Bezalel Smotrich’ Wezîrê Darayîyê û Rêberê tundrê yê Partiya Siyonîzma Mezhebî, niha bûye sedema derketina nakokiyên siyasî û bêtifaqiyên navbera hevalbendiya serdest û bereya opozîsyonê.

 Hevgav Wezîrê Cengê yê berê yê  Rejîma Siyonîst got ku , Netanyahû Îsraîlê ber bi têkçûyînê va dibe.

 ‘Avigdor Lieberman’, Wezîrê Cengê yê berê yê Rejîma Siyonîst vê sibê hişyarî da Netanyahû û got: “Tu Îsraîlê ber bi xopanê va dikşînî.”

 Li gor nûeyeke din, çavkaniyên ibrî derbarê operasyona gulleavêtinê ya hêzên filistînî li rojavayê Sêlfîtê dijî bajaroknişînên siyonîst agahî dan.

 Kanala 14’an a televîzyona Rejîma Siyonîst ragihand ku erebeya bajaroknişînekî îsraîlî li rex bajaroka Yakirê nêzîkî bajarokê Dîrastiyayê li bakurê rojavayê Sêlfît’ê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ketiye ber gulleyan.

 

Serepeyv