Adar 05, 2023 17:32 Asia/Tehran
  •  Şirove | Rûyê din ê berteka welatên rojavayî li hemberî cinayetên cengê yên mîlîtanên bajaroknişîn li Heware’yê

Van rojan cinayetên cengê yên mîlîtanên bajaroknişîn ên siyonîst li hemberî filistîniyan bi piştevaniya kabîneya tundrê ya Netanyahû gihîştiyne astekê ku welatên rojavayî jî nekarîn bêdengiya xwe li hemberî van cinayetan bidomînin.

Piştî damezirîna kabîneya tundrê ya Netanyahû, hemî navçeyên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û rojhilatê Qudsê ketine ber êrîşên hevpar ên ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst û mîlîtanên bajaroknişîn, lê ast û berfirehiya cinayetên li bajarokê filistînînişîn a Heware’yê û li pey wê daxwaza rêberê Partiya Siyonîzma Dînî û Wezîrê Darayîyê yê Netanyahû di astekê da bû ku dengê nerazîbûna piştgirên rojavayî yên vê rejîmê jî bilind bû û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên girêdayî bi wê jî neçar man bertek nîşan bidin.

Di êrîşên bajaroknişînên siyonîst li ser bajarokê Heware’yê li başûrê Nablusê da ku bi piştevaniya artêşa siyonîst pêk hat, filistîniyek şehîd bû û 400 kes jî birîndar bûn û zêdetirî 30 mal û 20 erebeyên filistîniyan di êgir da hatin şewitandin.

Antonio Guterres, Sersekreterê NY’yê tevî diyarkirina nîgeraniya xwe ji ber rewşa bajarokê Hewareyê, got: “Divê her kes bizane ku filistînî di naav doujehê da dijîn û jiyana wan li ber metirsiyê ye.”

Volkêr Tûrk Komîserê Mafên Mirovan ê NY’yê jî tevî şermezarkirina daxwazên ji bo jinavbirina gundê Hewareyê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, got: Ev cûre daxwaz handana bo nefret û tundûtûjiyê ne. Ew mukir hat ku zêdebûna tundûtûjiyê, bûye sedema karesatên nû ji bo hemî aliyan.

Di vê navberê da “ Stefan Burgdorf ” Nûnerê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Filistînê digel desteyeke dîplomatîk a payebilind a pêkhatî ji dîplomatên 20 welatan serdana bajarokê Hewareyê li başûrê Nablusê kir û tevî hevdîtin û gotûbêja digel şehedên êrîşên vê dawiyê yên bajaroknişînan li ser vê navçeyê, tekez kir: “Yekîtiya Ewropayê hela jî dixwaze ku kesên rê dan bajaroknişîn êrîşî vê navçeyê bikin, bên mehkemekirin û cezakirin.” Wî got: Tundûtûjî û şideta ji aliyê bajaroknişînan va divê were rawestandin.

Em ji gotinên Wekîlê YE’yê wisa tê digihêjin ku bajaroknişîn di pêkanîna cinayetên vê dawiyê da li bajarokê Hewareyê tenê nebûne û hikûmet û kabîneya Netanyahû piştgirî dane wan. Helbet wisa xuûya dike ku welatên rojavayî zêdetir ji vêya ku nîgeranê dûhatên siyasetên kabîneya tundrê ya Netanyahû ji bo filistîniyan bin, nîgeranê çarenûs û hebûna Rejîma Siyonîst bixwe ne.

 

Serepeyv