Sibat 24, 2023 14:07 Asia/Tehran
  • Rapor | Asta fayîzê li Tirkîyê hat daxistin û rexneyên himber Erdogan girantir dibin

Banka Navendî ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku asta fayîzê ji sedî 9’ê daxist sedî 8.5’ê.

Civata Kivşkirina Sîyaseta Dirêv a Banka Navendî ya Tirkîyê bi serokatîya serokê Banka Navendî ya vî welatî “Şehab Kahweçioglu” civîya û piştî civînê di daxûyanîyekê da ragihand ku asta fayîzê ji vir pê va yê sedî 8.5 be.

Biryara daxistina asta fayîzê ku ji sala buhurî va li Tirkîyê dest pê bûbû, ji hêla Lêjneya Kivşkirina Sîyaseta Dirêv a Banka Navendî ya vî welatî va û di çarçova sererastkirina vê sîyasetê da ji hêla Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan va hatîye dayîn.

Ev biryara Serokkomarê Tirkîyê berovajî temîya Sindoqa Navnetewî ya Dirêv (IMF) bû ku di dawîya sala buhurî da Bankên Navendî yên welatên cîhanê hişyar kirin ku ji bo girtina pêşîya bihabûnê, bilî zelalkirina rewşa aborî, asta fayîzê bo demeke dirêjtir di asteke jor da ragirin.

Di daxûyanîya Banka Navendî ya Tikrîyê da hatîye: “Tevî erênîbûna amarên derheq çalakîyên aborî di demeke kurt da, hela jî dilnigeranbûna ji ber bişûndemayîna abora welatên di halê pêşketinê da heye ku ev yeka dikare bandorê li sîyasetên darayî yên welatan ji wan asta fayîzê bike.”

Banka Navendî ya Tirkîyê di vê daxûyanîyê da amajeyî hin rêçareyên stratejîk ji bo çaksazî û birêvebirina zanistî ya aborê kirîye û ragihandîye ku asta fayîzê li Tirkîyê hela jî serratir ji ya li cîhanê ye.

Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan ku welatê wî pêrgî qeyraneke darayî û aborî ya giran bûye û ev qeyrana bi dû erdheja vê dawîyê girantir û nekarabûna hikûmetê di gîhandina alîkarîyan bo mexdûran da aşkiratir bûye û ev yeka bûye sedema giranbûna rexneyên himber hikûmeta wî, gellek çavdêr û şareza dibêjin ku ev halê Tirkîyê encama sîyaset û kiryarên wî yên nepisporane ye.

 

Serepeyv