Sibat 19, 2023 14:08 Asia/Tehran
  • Ebdulmelik Hûsî: “Dijminên Umetê ser qeyranên siyasî sermayeguzarî dikin”

Sekreterê giştî yê Ensarullaha Yemenê teqez kir: “Dijmin bi êrişa ser beşên çandî û fikrî, bi şêwazên herî bi talûke Umeta Îslamî dikin armanc.”

 “Seyd Ebdulmelik El-Hûsî”, Sekreterê Giştî yê Ensarullaha Yemenê got: “Dijminan hewil dan ku meseleya Filistînê ji bernameyên dersê ya xwendingehan wêde bibin û dixwestin her tişta ku bikaribe asta zaniyariya gel zêde bike, wêde bibin.”

El-Hûsî bal kişand ser bêrêziya li Qurana Kerîm û destnîşan kir: “Welatên Rojavayî ser navê Azadiya Raderbirrînê bi bernameyên sîstematîk bona bêrêziya li nirxên îslamî kar dikin.”

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê got: “Dijminên Umetê ser qeyranên siyasî sermayeguzarî dikin û hewil didin bêtifaqiyeke zêdetir çê bikin.”

Amerîka û hevpeymanên wê serweriya welatan binpê dikin û balyozên wan destêwerdanê di her mijarekê de dikin.

 El-Hûsî got ku Amerîka, Rejîma Îsraîlê û Welatên Rojavayî komên tekfîrî pêk anîne û dijmin bi pêknaîna qeyranên siyasî, van qeyranan bi kar tînin ku gel mijûl bikin û wan bi rêya avedankirin û pêşketinê dûr bixin.

 El-Hûsî her wiha destnîşan kir: “Dijmin cureyên çek û sîlehan ji wan çekên navokî didin welatên destdirêjkar di halekî de ku welatên armanc ji çek û sîlehan pêpar in.”

 El-Hûsî bal kişand ser vê yekê ku NY û Konseya Ewlehiyê bi xerez dijî gelê me radibin û hemî helwêstên wan ser xêra dijminan e û got: “Amerîkiyan bi hezaran zaniyar û mamosteyên warê pêşeyê li Îran, Iraq û piraniya welatan kirin armanc.”

 Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê destnîşan kir: “Amerîkî alîgirê rejîmên dîktator in, rejîmên seûdî, Îmaratî û Alê Xelîfe li Behreynê ku gelê xwe serkut dikin ji aliyê Amerîkayê va tên piştgirîkirin û nift û serweta madenî , rasterast an bi rêya kirêgirtiyên xwe û bi buhaya êş û azara xelkê didizin.”

 

Serepeyv