Sibat 10, 2023 18:26 Asia/Tehran
  • “Gelê Îranê bi caran selimandiye ku ne welatê darbeya nerm û mexmerî ye”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di 44’emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslmaî ya Îranê de teqez kir ku gelê Îranê bo ragihandina hevgirtin û cejna fexr û şanziya Îran û îraniyan rabûye ser piyan.

Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, roja Înîyê bereberê 44’mîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî di peyameke vîdyoyî de salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî pîroz kir û got: “Pêşketinên zav ên Îranê di warê zanist û teknolojî, teknîkî û pêşeyî, hewa-feza, pizîşkî û warên din de sedema kêfxweşiyê ne.”

“Nasir Kenanî” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî di twîtekê de 44’emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî ragihand: “Beşdariya bicoş a gel di meşa 22ê Behmenê (11ê Sibatê) û cejna roja neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, sembola yekitiya neteweyî û piştîvana xurt û qahêm bo dewama rêya dîplomasiya bi serbilindî bona berevaniya ji berjewendî û ewlehiya neteweyî ya Îrana ezîz e.”

 Sibê 22ê Behmena 1401 (Koça Hetawî) hevgavê 11ê Sibata 2023an, 44’emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî ya Îranê ye.

Şoreşa Îslamî ya Îranê, Sibata 1979’an bi rêberiya hezretê Îmam Xumeynî (RE) xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê bi ser ket.

 

Serepeyv