Sibat 02, 2023 13:19 Asia/Tehran
  • Rapor | Êrişa asimanî ya Rejîma Sîyonîst ser Xezeyê; Berxwedana Filistînê bersiv da

Rejîma Sîyonîst berbanga îro hin deverên Zîvala Xezeyê dan ber bombeyan û hevgavê vê yekê komên berxwedêr ên Filistînê jî bi avêtina çend roketan ber bi bajarokên derdora Zîvala Xezeyê, himberî wê bersiv dan.

Mehek ji desthilatdarbûna kabîneya Benyamîn Natanyahû li Erdên Dagirbûyî derbas dibe. Şîdeta bêreje ya vê kabîneyê dijî filistînîyan bûye sedema zêdebûna operasyonên komên berxwedêr dijî sîyonîstan û pêşbînî û nirxandinên têkildarî şerê nû zêde kirine.

Balafirên cengê yên artêşa Rejîma Sîyonîst berbanga îro, hin deverên Zîvala Xezeyê dan ber bombeyan.

Medyayên filistînî yên ser bi komên berxwedêr ragihandin ku hêza berevanîya asimanî ya komên berxwedêr himberî balafirên cengê yên Israyîkê dema êrişên di berbanga îro da li Zîvala Xezeyê sekinîye.

Komên berxwedêr ên filistînî herwiha wek bersiva himberî vê êrişa asimanî ya Rejîma Sîyonîst, çend rokêt ber bi bajarokên li derdora Zîvala Xezeyê avêtin ku bi dû wê, dengê zingila xeterê hat bihîstin.

Bi dû êrişa komên berxwedêr ên fiilstînî ya bi rokêtan ser bajarokên sîyonîstnişîn ên derdora Xezeyê, Wezîrê Ewlehîya Navxweyî ku wezîrekî tundrê yê rejîma dagirker e, xwest ku kabîneya emnî civîneke lezgîn li dar bixe.

Wezîrê Ewlehîya Navxweyî yê Rejîma Sîyonîst “Îtamar Bin Gvêr” bi dû avêtina rokêtan got: “Avêtina rokêtan ji hêla Zîvala Xezeyê va dê rê li ber hewla min a dijî êxsîran negire.”

Bi dû desthilatdarbûna kabîneya rastgir a tundrê li Tel Avîvê, Bin Gvêr hewlên dijî êxsîrên filistînê zêde kirine.

 

Serepeyv