Çile 30, 2023 09:01 Asia/Tehran
  • Rapor | Destkefteke nû; Tabûrên El-Qessam’ê Kodakoptêra Rejîma Siyonîst kontrol kir

Rêberê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: Serkeftina Tabûrên El-Qessam’ê di kontrolkirina kodakoptêreke Rejîma Siyonîst da destkefteke nû ji bo Berxwedanê û derbeyeke ewlehî û leşkerî li vê rejîmê ye.

“Tabûrên Şehîd Izeddîn Qessam” baskê leşkerî yê HAMAS’ê roja Yekşemiyê ragihand ku kariye kodakoptêreke Rejîma Siyonîst di destdirêjiya vê dawiyê ya vê rejîmê li ser Zîvala Xezeyê bîne xwarê û zanyariyên wê yên girîng derxîne.

Îsmaîl Rizwan ji rêberên HAMAS’ê di vî warî da got: “Kontrolkirin û anîna kodakoptêra Rejîma Siyonîst bo xwarê û derxistina zanyariyên girîng û hesas ên têkildarî hêzên dijmin ji wê nîşaşa berfirehbûna şiyana Berxwedanê û serkeftina wê di  şerê elektronîkî-ewlehî li dijî rejîma dagirker e.” Wî her wiha got ku derbeyên ewlehiyê yên berdewam ji aliyê Berxwedana Filistînê li hemberî Rejîma Siyonîst nîşana serkeftina wê di bandorkirin û têketina nav sîstema ewlehiyê ya vê rejîmê û  dahêneriya Berxwedana Filistînê ye.”

Rizwan got: “Rejîma Siyonîst ji mala Tevne-pîrikê sistir e.”

Rêberekî Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî tevî tekeziya li ser pêwîstiya azadkirina hemî hêsîrên filistînî yên di zîndanên Rejîma Siyonîst da got ku vê rejîmê hemî hêlên sor derbas kirine.

Ehmed El-Mudellel ji rêberê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filsitînê di kombûneke nerazîyan da ku li ber baregeha Xaça Sor li Xezeyê û ji bo şermezarkirina destdirêjiyên li dijî hêsîrên filistînî hatibû lidarxistin, got ku dijminê siyonîstî cinayetên herî  qirêj li dijî hêsîrên filistînî pêk tîne.

Mudellel got: Em pişta hêsîrên xwe ku ketine ber êrîşên herî giran ji aliyê kabîneya tundrê ya siyonîst, digirin; Kabîneya ku hovîtiya xwe li dijî hêsîrên filistînî nîşan dide.

Ji aliyê din va, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê jî ragihand ku dema jinavçûna Rejîma Siyonîstî ya dagirker nêzik bûye. Şêx Neîm Qasim Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê roja Yekşemiyê bi weşandina  twîtekê operasyona şehadetxwaziyê li Qudsê pîroz kir û ew wek bersivek li cinayetên siyonîstan û dagirkeriya wan zanî.

Şêx Neîm Qasim nivîsî, pêşeroj ayîdî Filistîna rizgarbûyî digel vî gelê wêrek û têkoşer e û saeta jinavçûna Rejîma Siyonîst nêzik bûye.

Serepeyv