Çile 19, 2023 18:45 Asia/Tehran
  • “Bila Ewropa derheq dûhatên kiryarên xwe yên nerewa baldar be”

Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê kiryara rezîl û kirêt a Parlimana Ewropayê ya xistina navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di lîsteya tişta ku wek ‘‘Rêxistinên Terorîst’’ bi nav kirîye da bi tundî şermezar kir û derheq dûhatên wî karî hişyarî da.

Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê îro di daxûyanîyekê da kiryara rezîl û kirêt a Parlimana Ewropayê ya xistina navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di lîsteya tişta ku wek ‘‘Rêxistinên Terorîst’’ bi nav kirîye da bi tundî şermezar kir û û pêgirî klir: “Ev kara berovajî qirarên navneteweyî ye û dê bandorê li ewlehî, aramî û aştîya herêmî û cîhanî bike û divê Parlimana Ewropayê derheq dûhatên wî karî baldar be.”

Di dewama daxûyanîya Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê da hatîye: “Parlimana asêbûyî ya Ewropayê ku ketîye ber bayê sîyasetên bikîn ên rejîma terorîst a Amerîkayê û hikûmeta sexte ya sîyonîst, piştî ku nekarî projeya birêxistin û berbelavkirina nearamî û bêewlehîtîyê di nav sînorên Komara Îslamî ya Îranê da bi rê bixe û ser bixe, di çarçova kiryareke pêkenî da, navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ku yek ji baskên bihêz û kara yên berevanîya ji gelê Îranê ye ku li gorî mukurhatina her kesî, DAIŞ wek mezintirîn koma terorîst li herêmê ji nav bir, xistîye lîsteya komên terorîst da, ta ku bi vî awayî standardên xwe yên durû, dijî ewlehîyê û berovajî hemî qanûn û qirarên hiqûqî û navneteweyî zêdetir nîşanî cîhanê bide.”

Endamekî Komîsyona Ewlehîya Neteweyî û Sîyaseta Derve ya Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê jî kiryara ihtimalî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya xistina navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di lîsteya qaşo ‘‘Komên Terorîst’’ da kiryareke lezubezo, sîyasî û derveyî qanûnê zanî.

Fedahisên Malikî wek berteka himberî kiryara rezîl û kirêt a Parlimana Ewropayê ya xistina navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di lîsteya tişta ku wek ‘‘Rêxistinên Terorîst’’ bi nav kirîye da, pêgirî kir ku ev biryara YE’yê dûrî aqil û erfa navneteweyî ye û got: ”Ewropî nikarin hêzeke leşkerî ya welatekî ku li gorî Qanûna Bingehîn a wî welatî hatîye pêkanîn, boykot bikin û di dîroka dîplomasîya cîhanê da jî karekî wiha nehatîye kirin.”

 

Serepeyv