Şirove - YE destwerdana di karên navxweyî yên Îranê da tund û zêde dike
Di dewama destwerdanên Yekîtiya Ewropayê (YE) di karên navxweyî yên Îranê da, Parlimana Ewropayê mijara xistina navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî nav tişta ku “lîsteya rêxistinnê terorîst” tê binavkirin, hildikole.
Endamên Parlimana Ewropayê di civîna duh a têkildarî ajawegêrîyên li Îranê da, pêgirî ser xistina navê Sipaha Padarên Înqilaba Îslamî di lîsteya rêxistinên terorîst da, tundkirin û girankirina boykotên di warê mafên merivan da dijî Tehranê û neçarkirina Komara Îslamî bo bersivdayînê, kirin.
Hewla bê mînak a YE’yê û dezgehên wê yên wekî Parlimana Ewropayê ji bo ku Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî terorîst bi nav bikin, di rastîyê da peyrevîya çavgirtî û bêyî fikirkirina ser dûhatên wê ya ewropîyan ji Amerîkayê ye.
Di vî warî da divê wiha bê gotin; babeta destpêkê eva ye ku welatên endamê YE’yê nika li gorî dewama şerê Ukraynê li rojhilata Ewropayê û dûhatên wî şerî ku encama hevrêtîya wan digel Waşîngtonê di warê sepandina boykotên berfire ser Rûsiyê da ye, ji hêla aborî û civakî va di rewşeke aloz, nebaş û sist da ne û macerahezîya nû dijî Îranê ku dê bê guman bibe sedema berteka Tehranê yê tenê dijwarbûn û lihevalîyayîbûna rewşa vê gavê ji bo wan girantir bike.
Babeta duyem jî ev e ku Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî beşeke hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye ku rabihorî û paşxaneyeke dûr û dirêj di warê têkoşîna dijî komên terorîst ên ku welatên rojavayî li Rojavayê Asyayê pişta wan digirin nemaze li Iraq û Sûrîyê û dabînkirina istiqrar û ewlehîyê li herêmê hebûye û kiryara ihtimalî ya YE’yê ya terorîst-zanîna wê berovajî maf û qanûnên navneteweyî û di rastîyê da pêngavek ji bo lawazkirina aştî û ewlehîya herêmî ye.
Meseleya din dûhatên kiryara ihtimalî ya sazî û dezgehên YE’yê ji wan Parliman û Komîsyona Ewropayê di warê terorîst-binavkirina Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û ragihandina vê yekê ye ku bê guman Tehran jî dê bersiveke teqil himberî vê yekê bide.