Çile 17, 2023 19:16 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahîyan: “Peywendîyên Îran û Tirkîyê di rêya durist da ne”

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Peywendîyên Îran û Tirkîyê di rêya durist da ne.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan vê sibê li koma nûçegîhanan li şarê Enqereyê amajeyî armancên seredana xwe ya vî welatê cînar kir û got ku yê di hevdîtina digel rayedarên Tikîyê da basa meseleyên di navbera her du welatan da û yên herêmî bike.

Emîr-Ebdullahîyan pêgirî kir: “Peywendîyên Îran û Tirkîyê di rêya durist da ne û em dikarin bibêjin ku Tirkîye roja îro yek ji wan cînaran e ku peywendîyên herî baş bi Îranê ra hene.”

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku li gorî gazîkirina hevpostê xwe Mewlûd Çavûşoglu çûye Enqereyê, bi Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan ra jî hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan got ku xweşbextane peywendîyên Îran û Tirkîyê di rêya durist da ne û em dikarin bibêjin ku Tirkîye roja îro yek ji wan cînaran e ku peywendîyên herî baş bi Îranê ra hene.

Wî herwiha got: “Îro derfetek e ji bo ku em di hevdîtina digel hevpostê xwe û birêz Erdogan da basa mijarên herêmî ji wan mijarên Rojavayê Asyayê, Başûrê Qefqazê û mijarên navnetewî bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevdîtina digel rayedarên Tirkîyê da herwiha basa gazîkirina Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hêla Serokkomarê Tirkîyê va kir û got ku seredana wî ya Moskowê jî yê bi kêmek derengîyê pêk were.

 

Serepeyv