Çile 16, 2023 18:07 Asia/Tehran
  • Xalifandina navê Kendava Farisê; Şaşitiyeke mezin ji aliyê serokwezîrê Iraqê va

Tekeziya Muhemed Şiya Sûdanî serokwezîrê Iraqê li ser bikaranîna bêjeya sexte ya Kendava Erebî li dewsa "Kendava Farisê" vê pirsê hilêdixe ku gelo armanca Sûdanî ji vê xalifandina dîrokî çi ye?

Vê dawiyê pêşbirkên fûtbolê yên welatên erebî yên derdora Kendava Farisê li Iraqê hatin lidarxistin ku wek "Pêşbirkên Welatên Kendava Erebî" hatin binavkirin. Tevî nerazîtiya Komara Îslamî ya Îranê û bankirin balyozê Iraqê bo Wezareta Karên Derve, lê Sûdanî di bersiva pirsa nûçegihanê kanala Deutsche Welle'yê ku "navê Kendavê Faris e an Erebî?", îdia kir: "Welatên Kendava Erebî; Ev rastiyek e."

Bêguman gotinên serokwezîrê Iraqê weke gotinên hinekên din ji rayedarên ereb, xalifandina dîrokê ye. Li gelek belgeyên navneteweyî ji wan li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bêjeya "Kendava Farisê" hatiye bikaranîn û ti şikeke tune ku bêjeya "Kendava Erebî" sextekariyeke enqest û agahane di dîrokê da ye.

Di vî warî da, Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir: "Kendava Farisê, Kendava Farisê ye û ti tiştek di vî warî da di çarçova fûtbol an gotin û kiryarên berpirsên dewletên biyanî an jî kesên din, vê rastiya teqil û înkarnebûyî ya dîrokê bi ti awayî dê nekare biguherîne."

Wer xuya dike ku kiryara serokwezîrê Iraqê bi armanca kişandina bala welatên erebî û xurtkirina peywendiyên Iraqê digel cîhana ereban be. Gerçî ku Komara Îslamî ya Îranê pêşwazî li xurtbûna peywendiyên Iraqê digel welatên erebî dike, lê ti wextî serêxwegirtina vê armancê bi saya xalifandina dîrokê napejirîne. Xurtkirina peywendiyan bi behaneya hebûna pênaseya qewmî ya hevpar û kêfxweşkirina hin desthilatdaran nabe sebeb ku dîrok were xalifandin.

Ev nêrîna nedurist a dewleta nû ya Iraqê di rewşekê da ye ku ji aliyekî va peywendiyeke çandî, dînî û civakî ya kûr navbera gelê Îran û Iraqê heye û ji aliyê din va, sînorên Îran û Iraqê hertim sînorên ewleh bûne û ti gefek ji van sînoran ji bo Iraqê pêk nehatiye.

Iraqê di heyama bîst salên derbasbûyî da û bi hilweşiyana rejîma Bei'sê hertim li sînorên xwe digel welatên erebî tûşî gef û bêewlehîtiyên berfireh bû; lê sînorê vî welatî digel Îranê ji sînorên herî ewleh bûye.

Serepeyv