Çile 14, 2023 13:34 Asia/Tehran
  • Nebenzya: “Rûsiye amade ye operasyona eskerî li Ukraynê bi rêya muzakireyê rawestîne”

Nûnerê dayîmî yê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna roja Îniyê ya Konseya Ewlehiyê de got ku Welatê wî amade ye ku bi rêya muzakireyên siyasî, operasyona eskerî li Ukraynê bi dawî bîne.

 Vasily Nebenzya (Vasîlî Nêbênziya), Nunerê dayîmî yê Rûsiyê li NY’yê her wiha got: “Ger gefek ji aliyê Ukraynê va dijî Rûsiyê tinebe û Ukrayn bi welatiyên xwe yên uris re bi duberekî û cihêkarî reftar neke, Mosko yê operasyona eskerî li Ukraynê rawestîne.”

 Nebenzya teqez kir: “Ger ev şert û merc bi rêya muzakireyên siyasî neyên bidestxistin, ew ê bi rêyên eskerî va meseleyê bişoîbînin.”

 Wî her wiha pêşniyara Ukraynê ya lidarxistina civîna aşitiyê bi mazûvaniya NY’yê red kir û got: “Berpisrên Kiryêvê eşkere dibêjin ku aşitiya li UKraynê tenê yê bi rêya teslîmbûna Rûsiyê va,  hasil bibe.”

Vasily Nebenzya di beşeke din a gotinên xwe de destnîşan kir: “Ukrayn bûye şîrketeke eskerî ya taybet a NATO’yê û ji Brukselê dirav, çek û sîleh û fermanên xwe werdigre.”

Nunerê dayîmî yê Rûsiyê li NY’yê got: “Kiyêv wer dizane ku  bi piştgiriyên eskerî yên rasterast ji aliyê NATO’yê va yê bikaribe Rûsiyê li meydana şêr têk bibe, di halekî de ku nizane xelkê UKraynê dibin gorî ku kesên din bighêjin armancên xwe.”

 Di vê civînê de, Rosemary A. DiCarlo, Alîkara Sekreterê Giştî yê NY’yê jî bal kişand ser vê yekê ku cîhan nikare dewama şerê Ukraynê tamil bike û got: “António Guterres, Sekreterê Giştî yê NY’yê amade ye destekê bide her du aliyan ku ev pevçûn bi dawî were.”

 DiCarlo’yê her wiha got: “Şerê li UKraynê di halekî de li yeksaliya xwe nêzîk dibe ku ti perspekîvek bo kutabûna şêr an êş û elemên li UKraynê tine.”

 11 meh ser şerê Ukraynê re derbas dibin û di vê midehê de, ti hêviyek bo bidestxistina aşitîiya mayînde di navbera Moskowa û Kiyêvê de bi mehneyên curbicur tine.

 

Serepeyv