Çile 04, 2023 15:05 Asia/Tehran
  •  Pizîşkî - Emeliyata pêvegirêdana Destê Biyonîk li Meşhedê bi awayê serkeftî pêk hat

Emeliyata pêvegirêdana 'Destê Biyonîk' bi şêwaza kontrolkirina kepsûlên hesinkêş li Zanîngeha Zanistên Pizîşk ya Meşhedê li bakurê rojhilatê Îranê bi cih hat.

Destê Biyonîk (Bionic Hand) an jî 'Michaelangelo Hand' destekî çêkirî û bi cûreyeke proteza taybet e ku pêçî û beraneka wê ya elektronîkî heye. Hin elektrodên Destê Biyonîk hene ku tevgerên li masûlkeyên destî hîs dike û hin sîgnalan dişîne.

Li gorî rapora Fars News'ê, Emeliyata pêvegirêdan û cîgirkirina Destê Biyonîk bi awayekî serkeftî li Navenda Hînkirin û Lêkolîna Dermanî ya Îmam Reza (S) ji navendên bin sîvana Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê, navenda parêzgeha Xorasana Rezewî li bakurê rojhilatê Îranê pêk hat.

Dr. Elî Muradî Fêlowşîpê Neştergeriya Dest û Mîkrosurcêriyê (Microsurgery) û endamê Desteya Zanistî ya Koma Ortopêdiyê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê got: Ev emeliyat bi hevkariya Navenda Lêkolînên Ortopêdiyê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê, Navenda Robotîkê ya Zanîngeha Firdosî ya Meşhedê û Kompaniya Zanistbingeh a 'Dahênerên Avîsaya Rojhilat' li Nexweşxaneya Îmam Reza (S) pêk hat û Meşhed tenha bajar li welêt e ku di vî warî da çalak e.

Wî got: Endamên Desteya Zanistî ya Koma Ortopêdiyê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê bo yekem car li welêt, li ser endamên qutbûyî û pêvegirêdana Destê Biyonîk xebitîn. Di vê şêwazê da, kepsûla hesinkêş li ser bermahîka masûlkeyan hatiye bikaranîn da ku tevgerên jixweber ên mirovî bên pêderxistin û bo destê çêkirî anku Destê Biyonîk bên veguhestin.

Vî endamê Desteya Zanistî ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê got: Ciyawaziya navbera vî destê çêkirî û organên din ên çêkirî, diqeta wê ya zêdetir û pêkanîna tevgerên dijwar e. Tevî ku ornagekî çêkirî ye, lê bi başî heman karê organekî resen û sereke dike.

Dr. Muradî got: Niha me di asta cîhanê da ti hevrikek di vê şêwaza nû ya ortopêdiyê da tune. Zanîngeha amerîkî ya binavûdeng, MIT, tenha zanîngeh e ku lêkolîneke wiha di vî warî da pêk aniye; lê hîn derbasî qonaxa ceribandina wê li ser bedena mirov nebûye.

Wî got: Ev kar di heyama sal û nîvekî da pêk hatiye. Heta niha du emeliyatên pêvegirêdana Destê Biyonîk li ser du nexweşên neyşabûrî û kaşmerî ku destê wan qut bûbû, pêk hatine û ev du kes piştî emeliyatê dikarin destê xwe yê çêkirî kontrol bikin.

 

Serepeyv