Kanûn 15, 2022 17:10 Asia/Tehran
  • Avêtina Îranê ji Komîsiyona Cîgeha Jinan; Komployeke din ji aliyê Amerîkayê va

Biryarnameya avêtina Îranê ji Komîsiyona Cîgeha Jinan li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Çarşemiyê bi 29 dengên Erê, 8 dengên Na û 16 dengên Bêla hat pesendkirin. Welatên Bolîvya, Çîn, Qezaqistan, Nîkaragûa, Nîcerya, Oman, Rûsya û Zîmbabweyê dengê xwe neda biryarnameya pêşniyazkirî ji bo avêtina Îranê ji Komîsiyona NY ji bo rewşa jinan.

Xala girîng ev e ku Koma Dostên Rêziknameya NY'yê ku 19 welatên Asya, Afrîqa û Amerîkaya Latîn digire ber xwe, di komcivîna venihêrîna li ser biryarnameya siyasî ji aliyê Amerîkayê va ji bo bidawîanîna endamtiya Îranê li Komîsiyona Cîgeha Jinan nerazîtiya xwe li ser binpêkirina Rêziknameya NY'yê û Destûrkara Konseya Aborî û Civakî ya NY'yê ku Komîsiyona Cîgeha Jinan jî liqeke wê ye nîşan da û ragihand ku vê kiryarê ku di rastiyê da dibe sebeba bêparkirina welatekî endam ji sûdwergirtina ji mafên xwe yên seretayî ji bo beşdariya di organeke hilbijartî ya NY, wek pêvajoyeke metirsîdar dizane.

Vê komê her wiha ragihand: Di halekî da ku NY tekezî li ser berfirehbûn û giştîbûna beşdariya hemî welatên endam ji gişt deverên cografyayî dike, bêparkirina endamekî (Komara Îslamî ya Îranê) ku bi dengê ECOSOC'ê (Konseya Aborî û Civakî ya NY'yê) û piştî piştrastkirina seretayî ji aliyê koma cografyayî ya Asya-Oqyanûsyeyê hatiye bijartin, neqanûnî ye.

Pesendkirina biryarnameya avêtina Îranê ji Komîsiyona Cîgeha Jinan encama komploya Amerîkayê ye ku ji demeke beriya niha va bi behaneya qewimîna ajawegêriyan li Îranê û piştevaniya ji mafê jinên îranî kampanyayeke berfireh ji bo avêtina Îran ji Komîsiyona Cîgeha Jinan li NY'yê dest pê kiribû.

Di vî warî da, Emîr-Seîd Îrevanî balyoz û nûnerê Îranê yê hertimî li NY'yê di civîna vekolandina reşnivîsa biryarnameya "Bidawîanîna endamtiya Komara Îslamî ya Îranê li Komîsiyona Cîgeha Jinan" da, got: Çi Îran endamê Komîsiyona Cîgeha Jinan be û çi nebe, jin û keçên îranî dê beşdariya xwe ya çalak û bibandor li gelek civatên navneteweyî da bidomînin.

Îdia û angaştên bêbingeh ji aliyê welatên rojavayî xasma Amerîkayê li ser binpêkirina mafên jinan li Îranê û îdiaya pêngavrakirinê ji bo dabînkirina mafên jinên îranî di rewşekê da pêk hatiye ku Waşîngtonê boykotên herî dijwar û berfireh li ser gelê Îranê, di nav da jinên Îranê, sepandine.

Di heman demê da, venihêrînek li ser pêvajoyên siyasî, civakî, çandî û aborî, her wiha amarên heyî sebaret bi rewşa jinan li Îranê piştî Înqilaba Îslamî û damezirîna pergala Komara Îslamî di çar dehikên dawî da, rewşeke tam berovajiya îdiayên Amerîkayê û hevbeşên wê yên ewropî di vî warî da nîşan dide.

Piştî Înqilaba Îslamî bi zêdebûna agahiyê û berfirehbûna perwerdehiya bilind ji bo jinan û xurtbûna şiyanên wan, pişk û para beşdariya jinan di warên siyasî û civakî da jî bi awayekî berfireh guheriye ku wek semboleke wê em dikarin amaje bi pişka jinan a berbiçav di hilbijartinên cûr bi cûr li Îranê bikin.

Niha jî pişka xwendekarên keç û jin di perwerdehiya bilind da zêdetir ji sedî 60î ye. Tevî ku pişka rêveberên jin li Îranê di pêvajoyeke ber bi zêdebûnê da bûye. Di warê paqijî û tenduristiyê da jî jinan piştî Înqilaba Îslamî roleke berbiçav hebûne.

Heta sala 2022an, sedî 40 ji bijîşkên pispor û sedî 30 ji bijîşkên bi pisporiya taybet li Îranê jin in. Ev yek derewbûna angaştên welatên rojavayî derheq çewisandina jinan û pişka wan a hindik di warê civakî li Îranê nîşan dide.

 

Serepeyv