Kanûn 12, 2022 15:23 Asia/Tehran
  •  Li pey şehîdbûna keça filistînî; Hamas: Em ê tola wê hildin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi daxuyaniyekê ji ber şehîdbûna "Cenî Mecdî Esam Zekarne" keça filistînî ya 16 salî sersaxî da û ragihand ku şehîdkirina vê keça nûciwan û kuştina zarokên filistînî, cinayeteke hovane û nifirek e ku dê dev ji dagirkeran û serokên wan bernede.

Çavkaniyên filistînî berbanga îro qala êrîşa leşkerên siyonîst li ser bajarê Cenînê li bakûrê Rexê Rojavayî yê Çemê Urdinê kir û ragihand ku di vê êrîşê da keçeke filistînî ya nûciwan şehîd bû û hejamreke din jî birîndar bûn.

Di dewama daxuyaniya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê da hatiye tekezkirin ku Berxwedan dê bi rabûna seranserî li Rexê Rojava û Beytulmuqedesê têla xwîna şehîdan hilde û tevî sekinîna li hemberî destdirêjkeran, dê serkeftina Mizgefta Eqsayê pêk bîne.

Hemasê her wiha tevî sipasiya ji têkoşerên Gordanên Qesam li Cenînê ku berbanga îro bi leşkerên siyonîst ra ketin pevçûnê û bi giranî gulle berdan ser wan, ragihand: Em ji gelê Filistînê dixwazin ku bi hemî hêza xwe li her derê pevçûn û rûbirûbûna digel leşker û bajaroknişînên siyonîst bidomîne.

Yekîneyên taybet û bijarde yên Gordanên şehîd Izedîn Qesam, baska leşkerî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê jî meşqek ji bo nîşandana asta amadetiya xwe li hemberî dijminê siyonîst li dar xist.

Ji aliyê din va, li pey gotinên vê dawiyê yên wezîrê şêrr ê Rejîma Siyonîst, Berxwedana Filistînê li Zîvala Xezeyê asta amadetiya xwe bilind kir.

Rojnameya El-Exbarê nivîsî: Jordaçûna asta amadetiyê li nav komên berxwedanê li pey gotinên Benî Gantz wezîrê şêrr ên Rejîma Siyonîst di hefteya bihurî da pêk hat. Gatnz ji artêşa Rejîma Siyonîst xwestibû ku divê ji bo her bûyera ku bibe sebeba gurrbûna kêşeyan li Rexê Rojavayî û îhtimal heye derbasî Zîvala Xezeyê bibe, amade be.

Li gorî nûçeyeke din, li pey serkeftinên berdewam ji aliyê komên nûdiyarbûyî li erdên dagirbûyî, servîsên ewlehiyê yên Rejîma Siyonsît li ser zêdebûna operasiyonên Berxwedana Filistînê hişyarî da.

Texmînên servîsên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst nîşan dide ku di pêşeroj da operasiyonên komên filistînî li dijî Rejîma Siyonîst dê zêdetir bibin; ji ber vê yekê ev servîsa derbarê hewildanên komên berxwedana Filistînê ji bo wergirtina endaman û damezirandina şaneyên ku operasiyonan pêk tînin hişyarî didin.

 

Serepeyv