Mijdar 30, 2022 19:12 Asia/Tehran
  • Geir Pedersen: Gêreya li Sûrîyê girantir dibe

Şandîyê Taybet ê Sersekreterê NY bo Sûrîyê di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY da hişyar da ku gêre û pevçûnên li Sûrîyê giran dibin.

Di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY da ku bi merema hilkolandina rewşa negunav a mirovî û êrişên asimanî yên li bakurê Sûrîyê hat lidarxistinê, Geir Pedersen Şandîyê Taybet ê Sersekreterê NY bo Sûrîyê ji Tirkîyê û neyarên dewleta Sûrîyê yên çekdar xwest ku zûka gêreyan kêm bikin.

Martin Griffiths Cîgirê Sersekreterê NY di Karên Mirovdostîyê da jî di vê civîna Konseya Ewlehiyê da, got ku rewşa mirovî li Sûrîyê nalebar e û zedî 80yê gelê vî welatî hewcedarê alîkarîyên mirovdostîyê ne.

Wî herwiha got: Di encama gullebaran û êrişên asimanî yên li derdora Idlibê da, mala bi sedan awareyên sûrî ku li kempan dijîn, hatîye kavilkirin.

Emîrseîd Îrewanî Wekîlê Dayîmî yê Komara Islamî ya Îranê li NY jî di vê civînê da got ku operasyona leşkerî li bakurê Sûrîyê meseleyên mirovî dixe ber xeterê û ji Konseya Ewlehiyê ya NY xwest ku destdirêjî û êrişên Rêjîma Sîyonîst ser Sûrîyê şermezar bike.

Wî herwiha got: Boykotên yekalî li dijî Sûrîyê, gelê vî welatî di warên tenduristî û xwarinê da xistiye tengasîyê û welatên sermayeguzar jî di warê alkarîya bo sindoqa alîkarîyên mirovdostîyê bo Sûrîyê da qusûrî kirine.

Wekîlê Sûrîyê jî di vê civînê da ji Konseya Ewlehiyê ya NY xwest ku Tirkîyê neçar bike eskerên xwe ji axa Sûrîyê vekişîne û leşkerên amerîkî jî zûka terka axa Sûrîyê bidin.

 

Serepeyv