Vîna Îranê ji bo têkoşîna dijî terorîstên cudatîxwaz li bakûrê Iraqê
Yekîneyên mûşekî û xwefirran ên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî careke din bi êrîşên berfireh baregehên komên terorîstî yên Komele û Demokratê li parêzgehên Silêmanî û Hewlêra Iraqê dan ber êrîşê.
Êrîşên li dijî terorîstên cudatîxwaz di rewşekê da pêk tê ku Îranê di rojên derbasbûyî da hişyarî dabû eger dewleta Iraqê karekî di warê sekinîna dijî van koman pêk neyne, dê êrîşên xwe li dijî van koman li Herêma Kurdistana vî welatî bidomîne.Ji ber vê yekê êrîşên berbanga îro nîşana vîna cidî ya Îranê ji bo sekinîna li hemberî tevger û gefên ewlehî û leşkeriyê li derdora sînorên xwe ye. Bi gotineke din, êrîşên berdewam ên hefteyên vê dawiyê nîşana vêya ye ku xweragirî û tehemila
Îranê li hemberî van gefan bi dawî hatiye. Êrîşên berbanga îro ji hêla kualîte û çendaniyê va kêmdîtî bûn, ji ber ku ji parêzgeha Silêmaniyê bgiire heta hin deverên Hewlêrê ketin ber êrîşên mûşek û xwefirran.
Mijara din ev e ku Komara Îslamî ya Îranê hay jê heye ku ev komên terorîstî di bin piştevaniya Rejîma Siyonîst û hin welatan ji wan Amerîkayê da ne. Ji aliyê din va şopa van koman di ajawegêriyên vê dawiyê li Îranê jî aşkira ye. Terorîstîn cudatîxwaz bi ketina nav Îranê û hebûna li nav xelkê asayî û hin welatiyên nerazî, aloziyê çê dikin û projeya çêkirina kuştinan bi cih tînin. Ji ber vê yekê Îran hestyariyeke zêdetir bi kar tîne û tevî zexta derûnî ya Amerîkayê û hin welatên rojavayî, êrîşa li ser komên terorîstî li bakûrê Iraq didomîne.
Xala sêyem ev e ku, wisa xuya ye ku êrîşên li dijî terorîstên cudatîxwaz li bakûrê Iraqê îhtimalen bi hevkarî an jî herî kêm bi haydariya dewleta navendî ya Bexdayê pêk tên. Vê dawiyê jî Serdar Qaanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li Bexdayê bi raydarên Irqê ra civiya û her wiha Fuad Husên û Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrên derve yên Iraq û Îranê axivîn. Di van hevdîtinan da mijara ewlehiya Îranê û nerazîbûna Îranê ji hebûna terorîstên cudatîxwaz û berpirsên istixbaratî û ewlekariyê yên siyonîst li bakûrê Iraqê ji rayedarên vî welatî ra hatiye ragihandin.
Ji hêla hiqûqî va jî, li gorî Xala 51ê ya Rêziknameya NY mafê Îranê heye ku bi awayê yekalî operasiyona leşkerî li dijî terorîstên çekdar pêk bîne.
Amerîkiyan wek berteka li hemberî êrîşên Îran li dijî bakûrê Iraqê ew wek binpêkirina serweriya Iraqê zanî. Li gorî haydarkirina dewleta Bexdayê ji aliyê Îranê va û her wiha li gorî naveroka Xala 51ê ya Rêziknameya NY, îdiaya amerîkiyan a binpêkirina serweriya Irqê ji aliyê Îranê va nayê pejirandin û bi armanca dûrkirina du welatan ji hevûdu tê nirxandin.