Mijdar 19, 2022 14:37 Asia/Tehran
  • Rapor - Bendava Tişrînê ji ber birîna avê rojane 17 saetan disekine

Dewleta Tirkiyê kêmkirina ava Çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê didomîne. Di encamê de rojane Bendava Tişrînê 17 saetan nikare bixebite.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Dewleta Tirkiyê êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didomîne. Li kêleka wê jî para sûriyan ji ava Çemê Firatê didize û di encamê de ji bo jiyana bi milyonan mirovan û jîngehê xetereyên mezin çêdike.

Di vî warî da Gerînendeyê Bendava Tişrînê Hemod El Hemadîn got: "Bandorên ji ber kêmbûna ava golan û Çemê Firatê li Sûriyê her kes dizane. Ev yek nêzî 10 mehan bê navber dewam dike. Ava Çemê Firatê ji sedî 75 kêm bûye.”

El Hemadîn wiha domand: "Ava ji Tirkiyê ve tê, ji nîvê rêjeya hikumeta Sûriyê û dewleta Tirkiyê diyar kiriye, kêmtir e. Di çirkeyekê de divê 500 metrekab berda, lê hin caran tene 168 metrekaban berdide.”

‘ÇEM DIBE ÇIRAV’ - Qadên herî girîng ku zirar ji ber kêmkirina ava çem dîtine; kehrebe, avdanî û ava vexwarinê ne.

El Hemadîn li ser vê yekê got: "Di havînê de ji ber kêmbûna ava Çemê Firatê, avdan, ava vexwarinê û kehrebe pir kêm bû. Di encamê de ji bo dayîna kehrebeyê gol tên bikaranîn. Rêjeya gola Bendava Tişrînê 4 metre kêm bûye û gola bendava Firatê ya mezin jî niha 6 metre kêm bûye.”

El Hemadîn diyar kir ku kêmbûna metirsîdar û bikaranîna ava golan, çem veguherandiye çiravan ku ev yek herî zêde li Dêrazor û Reqayê tê dîtin.

KEHREBE DI ASTA HERÎ KÊM DE TÊ DAYÎN - Hemo El Hemadîn li ser rewşa dayîna kehrebeyê jî got: "Niha Bendava Tişrînê rojane 17 saetan disekine û tenê 7 saetan dixebite. Li şûna pêxistina 6 turbînan, tenê 2 torbînên bi 140 megawatt tên bikaranîn. "

El Hemadîn destnîşan kir ku xebitîna 2 turbînan têrê nake, ji ber ku pêdiviya herêmê bi zêdebûna kehrebeyê heye û nexebitîna Bendava Tişrînê, tê wateya herêm bê kehrebe bimîne.

El Hemadîn da zanîn ku ev derfet hene lê ji ber av tune ye nikarin enerjiyê 24 saetan bidin û wiha got: "Êdî gol jî rojane kêm dibin. Ne ji hevkariya nivîsgeha eneriyê û rêveberiya giştî ya bendavan bûya û lêkolîna li ser bernameya dayîna kehrebeyê bûya, dê Bendava Tişrînê û ya Firatê ji zû de ji xizmetê derketana."

El Hemadîn eşkere kir ku xebat ji bo parastina ava vexwarinê ku karê destpêkê ye, her wiha dayîna kehrebeyê dewam dike.

Hemod El Hemadîn di dawiyê de got divê şênî rewşa herêmê li ber çavan bigirin û wiha got: "Bendav bi avê dixebitin lê av tune ye anku ne pêkan e bendav bixebite."

Serepeyv