Cotmeh 31, 2022 09:35 Asia/Tehran
  •  Flûya demsalî li Amerîkayê îsal pêka sêzdeh salên bihurî da gelekî girantir bûye

Rojnameya Washington Post'ê nivîsî: Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan a Amerîkayê ragihand ku îsal pêka sêzdeh salên derbasbûyî belavbûna herî giran a flûya demsalî li vî welatî hatiye tomarkirin.

Li gorî nûçeya Rojnameya Washington Post'ê Li gorî zanyariyên tenduristiyê li Amerîkayê ku roja Înê hat weşandin, îsal bi awayekî neasayî, Flûya (nexweşiya grîp anku zekem) pêşwext û dijwar li Amerîkayê belav bûye û di vê demsalê da pêka ddeh salên derbasbûyî hejmara nexweşên tûşbûyî bi Flûyê gelekî zêdetir bûye û ev rewş bûye sebeb ku bijîşk li Amerîkayê derbarê zivisstaneke xeternak bi cûreyên vîrûsên di warê bêhnkişandinê da li vî welatî hişyarî bidin.

Washington Post'ê nivîsiye: Belavbûna Flûyê li Amerîkayê bi giştî di navbera Cotmeh û Gulanê da dest pê dike û di mehên Kanûn û Çileyê digihêje asta xwe ya herî bilind; îsal hema bêje ev nexweşî şeş hefteyan zûtirê li parêzgehên Amerîkayê belav bûye û bi awayekî neasayî asta wê gelek giran e.

Li gorî texmînên ku Navenda Kontrolkirin û Pêşîgirtin li nexweşiyan a Amerîkayê roja Înê weşandin, heta niha herî kêm 880 hezar babetên nexweşiya Flûyê li vî welatî hatine tomarkirin û 6 hezar û 900 ji van kesan li nexweşxaneyan hatine razandin û 360 nexweşên tûşbûyî bi Flûyê jî di vê heyamê da li Amerîkayê canê xwe ji dest daye.

Lynnette Brammer Êpîdimiyolojîst û ji berpirsên Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan  a Amerîkayê gotiye ku belavbûna Flûyê li Amerîkayê heta vê asta giran di vê demsalê da neasayî ye.

Belavbûna Flûya demsalî li parêzgehên başûr û başûrê rojhilatê Amerîkayê gelekî berfireh e.

William  Schaffner mamosteyê nexweşiyên vegir li Zankoya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Vanderbilt'a Amerîkayê jî gotioye ku îsal Flûyê li Amerîkayê ne tenê zûtir dest pê kiriye, belkî gelek jî giran û dijwar e; ev tenê kirtiyek ji fîlmekê ye ku biryar e di pêşerojê da were nîşandan; ez wê wek fîlma tirsnak bi nav dikim."

 

 

Serepeyv