Cotmeh 21, 2022 15:16 Asia/Tehran
  • Şirove - Sê şehîdên filistînî di sê rojan da; Berxwedan derbasî nifşa nû bûye

Rejîma Siyonîst di sê rojên dawî da sê xortên filistînî şehîd kirine.

Udey Temîmî, Muhemed Fadî Nûrî û Selah Berîkî sê filistînî ne ku di sê rojên dawî da ji aliyê leşkerên israyîlî va hatine şehîdkirin.

Di şehîdbûna van kesan da sê xalên girîng hene; ya yekem temenê wan e; Udey Temîmî 22 salî, Muhemed Fadî Nûrî 16 salî û Selah Berîkî jî 19 salî bû. Temenê van şehîdên filistînî nîşan dide ku li hundirê Berxwedana Filistînê ne tenê qelaşa navbera nifşan pêk nehatiye, belkî raman û mînaka tevgeriyana Berxwedanê derbasî nifşa nû li Filistînê jî hatiye kirin.

Mijara din ev e ku Udey Temîmî xortê filistînî Çarşemiya derbasbûyî bi şev di dema pêkanîna duyemîn operasiyonê di kêmtir ji deh rojên dawî da, şehîd bû.

Udey Temîmî derdora du hefteyan berê di operasiyona Şe'fatê leşkerekî siyonîst kuştin û siyonîstekî din jî birîndar kir û şehîd bû. Yûsif Hesayîne endamê Ofîsa siyasî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got: Şehîd Temîmî li hemberî gişt amûrên şerxwazî, kuştin, terorîsm, nefret û komployan vîn û îradeya xwe lawaz nekir.

Mijara sêyemîn ev e ku kiryara şehîd Temîmî bi wateya vê ye ku wî ewlehiya rejîma siyonîst a dagirkera Qudsê xistiye bin pirsê. Ev di rewşekê da ye ku Rejîma Siyonîst îdiaya sûdwergirtin ji servîsên ewlehê û istixbaratî yên herî lihevalyayî dike.

Xala din di operasiyonên filistîniyan ên berxwedanê da ev e ku xortên Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê ev operasiyon pêk aniye.

Ji destpêka îsal vaheta niha 175 filistînî şehîd bûne ku 124 kes li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê û 51 kes li Zîvala Xezeyê bûn.

Ev yek nîşan dide ku hevdengiyek di navbera niştecihên Xezeyê û Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê da pêk hatiye û siyonîst gelekî ji vê yekê ditirsin û nîgeran in.

 

Serepeyv