Cotmeh 06, 2022 10:50 Asia/Tehran
  •  Rapor - Ji ber girtina ava Firatê zirarek mezin li çandina pembû li Reqa û Dêrazorê ketiye

Cotkarên pembû yên Reqa û rojhilatê Dêrazorê diyar kirin ku ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve berhema îsal a pembûyê pir kêm e ku lêçûna çandina wê jî dernaxe.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Pembû ji berhemên herî girîng û stratejîk ku bi hezaran derfetên kar ji şêniyan re peyda dike, lê belê çandina wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li berçemê Firatê, sal bi sal paşve diçe.

Gelek sedemên paşketina çandina pembûyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, ya sereke kêmkirina rêjeya ava çemê Firarê ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ve ye, ku tê zanîn pêwîstiya pembûyê salane bi 12 caran avdanê heye.

Ji destpêka meha Îlonê ve, cotkarên Reqa û rojhilatê Dêrazorê dest bi çinîna pembûyê kiriye, lê belê hilberîna her donimekê 200 kîlo derbas nekir. Cotkaran jî diyar kir ku lêçûna her donimek pembû 600 hezar lîreyên Sûriyê ye, vê yekê jî xisarek mezin ji cotkaran re çêkir.

Girêdayî mijarê hin cotkarên Reqa û rojhilatê Dêrazorê nêrînên xwe anîne ziman. Cotkarê bi navê Ehmed El Casim ê ji Reqayê wiha axivî: “Hiberîna pembû îsal pir xerab e, ku hilberîna her donimekê ji 70 heta 200 kîlo ye.”

El Casim destnîşan kir ku buhayên derman, tov û semadê jî pir biha bûne. Destpêkê berhem baş bû, lê kurmê pembûyê li nav zeviyan belav bû û bêhtirî nîvê mewsimê lê arê çû.

El Casim wiha lê zêde kir: “Her wiha bihabûna destheqê karmendan jî barê cotkaran girantir dike, ku roja karmrnd digihîje 12 hezar lîreyan, ev jî rê li ber çandina pembûyê sala bê digire.”

Cotkarê bi navê Ebid El Îdan ê ji rojhilatê Dêrazorê, wiha axivî: “Li cem min 20 donim zevî hene, min pembû lê çand, lê hilberîn pir kêm derket ku lêçûna çandinê dernaxe.”

El Îdan diyar kir ku giraniya pembûya îsal hindik e û hilberîn bi giştî kêm e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Me bi rêya bîran zeviyên xwe av didan; ji ber ku ava Firatê ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ve hatiye qutkirin, av nedigihîşt zeviyên me. Ev yek bandoreke neyênî li hilberînê dike ji ber ku ava bîran ji axê re ne baş e û berhemê baş nade.”

El Îdan wiha domand: “Em tûrikê semadê bi 160 hezar lîreyan dikirin, ku pêwîstiya her donimekê herî kêm bi tûrikeke semadê heye.”

El Îdan bal kişand ser girîngiya çavdêriya buhayê pembûyê û got: “Bazirgan bi buhayan dilîzin ku buhayê her kîloyekê 3 hezar û 500 lîre ye, tevî ku Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kîloya pembû bi 4 hezar û 300 lîre diyar kiriye.”

Di dawiya axaftina xwe de, El Îdan bang li Desteya Çaniniyê kir ku alîkariya cotkaran bikin, av, semad û tovê ji wan re peyda bikin û koperatîfên çandiniyê yên herêmê sererast bikin ji bo pêşxistina çandiniyê li herêmê.

Her wiha, endezyarê çandiniyê, Radî Mihemed wiha axivî: “Kurmikên pembû û afîd (aphid) zirar li hilberîna pembû kir û hilberandina wê kêm kir.”

Mihemed wiha domand: “Ji bo em ji wan kurmikan xilas bibin, divê hilberîn herî kêm 5 caran bi dermana pêwîst were reşandin. Lê lêçûna her carê reşandina derman 50 hezar lîre ye. Avdana ji ava çemê Firatê bi pirî ji ya bîran çêtir e, ew rêjeya hilberînê ji 30 heta 40 zêdetir dike, lê belê ji ber qutkirina wê ji aliyê Tirkiyê ve, hilberîn bi paş ket.”

Serepeyv