Tebax 23, 2022 20:11 Asia/Tehran
  • Raporek derbarê piştgiriya yekgirtî ya partî û aliyên Iraqî ji sîstema dadweriya vî welatî

Piştî ku Encumena Bilind a Dadwerî û Dadgeha Bilind a Federal a vî welatî ragihandin ku karên xwe rawestandine, rayedar, serkirde, partî û rêxistinên siyasî yên curbicur li Iraqê, piştevaniya yekgirtî ya xwe ji sîstema dadwerî ya Iraqê diyar kirin.

Hilbijartina pêşwext a parlemana Iraqê di 10ê Cotmeha 2021ê de hat lidarxistin û ji ber nakokiyên siyasî heta niha û tevî derbasbûna 10 mehan li ser lidarxistina vê hilbijartinê, tevger û aliyên siyasî yên vî welatî heta niha nekarîne hikûmeta nû pêk bînin.

Îro danê sibê (Sêşem) bi sedan alîgirên tevgera Sedir çûn ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê li Bexdayê û li wir dest bi vekirina kon û çadirên çalakiya rûniştinê kirin.

Piştî vê kombûnê, Encumena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê, rawestandina çalakiya xwe û dadgeha federal û dadgehên din ên vî welatî ragihand.

“Berhem Salih” serokomarê Iraqê di gotara xwe de bertek nîşanî pêşhatên îro yên vî welatî da û diyar kir ku têkdana sîstema dadweriya Iraqê û girtina wê bûyereke metirsîdar e ku gefê li vî welatî dixwe.

Berhem Salih herwiha tekezî li ser pêwîstiya parastina dadweriya Iraqê û saziyên hikûmetê kir.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî di daxuyaniyekê de ragihand, girtina sîstema dadweriyê, Iraqê rastî metirsiyan dike, mafê xwepêşandanê di destûra Iraqê de parastî ye, lê divê rêz li saziyên hikûmetê û berdewamiya çalakiyên wan bê girtin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha bang li serkirdeyên hemû partî û aliyan kir ku ser hemda xwe bibin û ji wan xwest ku civîneke lezgîn ji bo pêşdebirina diyaloga niştimanî û çareserkirina kirîza niha ya Iraqê pêk bînin.

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî jî di twîteke xwe de nivîsîbû, ew li ser bingeha qanûnî û huqûqî piştevaniya xwepêşandanan dikin bi şertê ku hikûmet û saziyên wê bên parastin û berdewam bibin, lê nabe dijminatiya sîstema dadwerî were kirin.

Emîndarê giştî yê Esaib Ehlî Heq Iraqê Qeys El-Xezelî jî di daxuyaniyekê de êrîşa li ser sîstema dadweriyê şermezar kir û eşkere kir ku divê saziyên dadwerî ji nakokiyên siyasî dûr bibin û amûra mêş û xwepêşandanan li kolanan ser berjiwendiya hin aliyan taybet neyê bikaranîn..

Hevalbendiya Çarçoweya Hevpeymaniya Şîeyên Iraqê jî bi şermezarkirina binpêkirina sîstema dadweriyê, daxwaz ji partî û hêz û aliyên siyasî û çalakên civakî yên vî welatî kir ku li hember van reftaran helwestê nîşan bidin.

Heyder Ebadî serokê hevpeymaniya “El-Nesr” a Iraqê jî got: Divê sîstema dadwerî ya welat ber bi nakokiyên siyasî ve neyê kişandin û bêalîbûna sîstema dadweriyê were parastin.

Elî El-Difayî, berdevkê meclisa bilind a îslamî ya Iraqê jî dijberiya vê meclisê li hember girtina sîstema dadweriyê ragihand.

Partiya El-Deweya Îslamî ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî îro bertek nîşanî bûyerên Iraqê da û di daxuyaniyekê de tekezî li ser wê yekê kir ku binpêkirina saziyên dadwerî yên welat binpêkirina destûrê ye.

Dar ul-Fetwaya Iraqê jî di daxuyaniyekê de hişyarî da ku girtina sîstema dadwerî ya Iraqê, alarmek e ji bo pêkhatina şerekî ku hinek lê digerin.

Ji aliyê din ve Cemal Kerbûlî serokê Hizb El-Hell û yek ji kesayetiyên navdar ên siyasî yên sunniyên Iraqê jî amaje bi wê yekê kir ku reform û sîstema dadwerî du stûnên sereke û giring ên çareserkirina pirsgirêkên niha yên Iraqê ne û nakokiyên di navbera wan de ser xêra Iraqê nîne.

El-Kerbûlî got, çareseriya pirsgirêkan maye ser hevgirtina di navbera wan de.

Serepeyv