Tîrmeh 11, 2022 16:27 Asia/Tehran
  • Kiryara herî nû ya dijminane ya Tirkiyê dijî Iraqê bi avakirina bendaveke mezin

Komîteya çavkaniyên avê ya Parlimana Iraqê qala armanca Tirkiyê ya avakirina bendaveke din a mezin bi navê El-Cezîrê li ser Çemê Dijleyê kir.

Sayir Mexîf Cebûrî, Komîteya çavkaniyên avê ya Parlimana Iraqê îro ragihand ku Tirkiye dixwaze bendaveke mezin li ser Çemê Dijleyê ava bike ku ev bendav dê bi tamî Iraqê ji ava Dijleyê bêpar bike.

Cebûrî ji bêdengiya dewleta Iraqê derbarê siyaseta Tirkiyê ya avakirina bendavan bi tundî rexne kir. Wî got: Bendava ku Tirkiye dixwaze wê ava bike, ji bendavên herî metirsîdar e û eger ava bibe dê heta dilopeke avê jî dê ji Tirkiyê derbasî Iraqê nebe. Wî got, Tirkiye îdia dike ku dixwaz ava vê bendavê ji bo avdana zeviyên xwe yên çandiniyê bi kar bîne.

Ev bendav di 35 kîlomitirya sînorî Iraqê dê were çêkirin û xetereke wê ya mezin ji bo Iraqê heye.

Serokê Komîsiyona çandinî û çavkaniyên avê ya parlimana Iraqê jî derbarê kêmbûna zêde ya mafê avê yê Iraqê di çemên Dijle û Firatê bi avakirina bendava nû hişyarî da.

Sayir Mexîf Alê Ketab serokê komîsiyona çandinî û çavkaniyên avê ya Parlimana Iraqê got: Çêkirina bendava nû ya Tirkiyê li ser Çemê Dijleyê gelekî xeternak û wehşetnak û berovajiya hemî qanûnên navneteweyî ye û dê bibe sebeb ku çemên Dijle û Firatê li Iraqê zuha bibin.

Çapemeniyên Iraqê jî derbarê dûhatên bendava nû ya Tirkiyê bi navê El-Cezîrê li ser Irqê bi tundî hişyarî da û ragihandin ku çêkirina vê bendavê dê bandorên ziyanbar li ser jîngeha Iraqê û tevahiya navçeyê bike.

Tirkiye di halekî da bernameya xwe ji bo çêkirina bendava nû li ser Çemê Dijleyê ragihandiye ku bendavçêkirinên gelekî berfireh ên Tirkiyê di salên dawî da bûye sebeb ku gelek ji çavkaniyên avê yên welatên navçeyê bi tamî zuha bibin û ev yek bûye sebeba zêdebûna pirsgirêka toz û xubarê li welatên navçeyê. Di mehên dawî da bahoza tozê bûye pirsgirêkeke cidî ya welatên navçeyê û bi hezaran kes li Iraqê ji ber vê yekê tûşî fetisînê bûne.

 

Serepeyv