Hezîran 06, 2022 15:56 Asia/Tehran
  • Şirove - Hevdem di gel dewama gefên Tirkiyê, Şam û HSD li hev nêzik dibin

Tirkiye di dewama timakariyên xwe li bakûrê Sûriyê, hema wisa êrîşên xwe yên li ser gund û navçeyên derdora bakurê Hesekeyê li Sûriyê didomîne û Amerîka jî bêdeng e.

Ev êrîşên topxaneyê beriya operasiyona leşkerî pêk tên ku Tirkiyê qala biryara xwe ji bo cihanîna wê bi mebesta sekinîna li dijî HSD'yê li ser sînorên xwe tev Sûriyê kiriye.

Çavdêr bawer in ku ev kiryar beşeke siyaseta Tirkiyê ji bo paqijkirina nijadî û cografyayî ye ku rêzecinayetên cengî û dij-mirovî yên hêzên Tirkiyê li dijî bi hezaran welatiyên sivîl ên Sûriyê di dirêjahiya sînoran da zêde kiriye.

Li gorî amarên rêveberiya karên civakî li Hesekeyê, zêde ji 130 hezar malbatên sûrî ji tirsa êrîşên Tirkiyê li derdora vî bajarî koçî navçeyên ewlehtir kirine; Lê li aliyê din serokkomarê Tirkiyê vê yekê wek amûra serkeftinê di hilbijartina tê ya serokkomartiyê bi kar tîne û ji aliyekî va jî qala vegerandina bi hezaran kes ji awareyên sûrî bo welatê xwe dike.

Wezareta derve ya Sûriyê wek berteka li hemberî axaftina vê dawiyê ya Receb Teyib Erdoxan ragihandiye:

"Gotinên qirêj ên serokkomarê Tirkiyê derbarê avakirina navçeyeke ewleh li bakûrê Sûriyê lîstokeke dijminane ye ku Enqereyê li dijî Sûriye û yekparçetiya axa wê xistiye rojeva xwe. Ji ber ku Tirkiye hertim beşeke qeyrana Sûriyê bûye û heye û hewil dide ku siyasetên xwe yên nedurist bi parçekirina Sûriyê bidomîne. Plana ku tenê li ser xêra berjewendî û armancên Rejîma Siyonîst, Amerîka û hin dewletên ewropî ye."

Ji aliyê din va nabe em ji bîr bikin ku palpiştiya HSD'yê bi Amerîkayê di vê mijarê da peywendîdar e. Piştî valakirina pişta kurdan ji aliyê Trump va û bûyerên Efxanistanê û revîna berfireh a Amerîkayê ji vî welatî, HSD derbarê piştevaniya Waşîngtonê ketiye şikê û biryar daye ku tev li gotûbêjên sûrî-sûrî bibe.

Mezlûm Ebdî (Mezlûm Kobanî) Fermandarê gişt ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja derbasbûyî ji Şamê xwest ku hevrê di gel hêzên kurd bereyeke hevpar li hemberî dagirkeriyên Tirkiyê li axa Sûriyê damezirîne.

Wî di hevpeyivîna di gel Reuters'ê da ji Şamê xwest ku pergala berevaniya mûşekî ya vî welatî ji bo têkşikandina êrîşên asimanî yên Tirkiyê bikeve tevgerê.

Serepeyv