May 31, 2022 17:06 Asia/Tehran
  • Şirove - Cannes; Festîvala ku ketiye bin bandora siyasetê

Festîvala Cannes'ê careke din hat lidarxistin. Serkeftiyên vê festîvalê di halekî da hatin nasandin ku di bijartina serkeftiyan da nêrîna profesiyonal nehatiye berçavgirtin û serdestiya nêrîna siyasî li ser hunerê tê dîtin.

Çar xal derbarê Festîvala Cannes'ê ya 2022an da tên dîtin.

Xala yekem, ketina aşkira ya festîvala Cannes'ê bin siyasetê û serdestiya berjwendiyên siyasî yên welatên rojavayî li ser hunerê ye. Nîşana vê yekê axaftina serokkomarê Ukraynê di merasima vekirina vê festîvalê va bû.

Di vê merasimê da berovajiya rêzik û qanûnên festîvalên sînemayî û hunerî li cîhanê, Vlodîmîr Zelenskî serokkomarê Ukraynê bi awayê online beşdar bû û bi behaneya mijara şer û sînemayê, qala beleaya ku şerê di gel Rûsiyê aniye serê welat û gelê wî kir.

Xala duyem, berçavnegirtina hêmanên hunerî û profesiyonal di nirxandina fîlman da ye. Di esas da felsefeya festîvalên hunerî ev e ku berhemên serkeftî yên welatan di pêşbirkeke hunerî û profesiyonal da bikevin ber ezmûnê. Lê em di hin fîlmên nîşandayî bi taybet fîlmên bi derhêner û lîstikvanên îranî, kêmtir şehedê hêmanên hunerî di çêkirin û naveroka fîlman da ne û zêdetir raberkirina dîmeneke wêranker ji civaka îranî dibînin.

Xala sêyem, tiştê ku di dora 75an a Festîvala fîlman a Cannes'a Fransayê da hat dîtin, dewama nêrîna dijî olê bi taybet ji aliyê welatên ewropî va ye. Fîlma "Tevnepîrika Pîroz" (Holy Spider) ku di vê festîvalê da hat nîşandan û lîstikvana wê wek baştirîn lîstikvana jin hat bijartin, dewama nêrîna Selman Roşdiyan di Ayetên Şeytanî da û şewtînerên Quranê li welatên ewropî ye.

Fîlma Holy Spider bêrêziya li tirba pîroz a Îmamê heştem ê şîeyan li bajarê Meşhedê (bakûrê rojhilatê Îranê) nîşan da.

Rastî ev e ku îslamxwazî li nav gelê welatên ewropî zêde bûye. Dewletên ewropî ku li hemberî vê pêvajoyê lawaz bûne, dijayetiya bi Îslamê ra bi rengên cûr bi cûr ji wan bêrêziya li Pêxemberê Îslamê (S) û îmamê şîeyan xistine rojeva xwe.

Xala çarem; Vekolandina xebata festîvalên navneteweyî yên hunerî di salên dawî da ji wan Festîvala Cannes'ê nîşan dide ku ev festîval serbixwe ji siyaseta dewletan nînin û dewletên rojavayî birêveberên sereke yên van festîvalan in.

Loma di nirxandina fîlman û danasîna serkeftiyan jî nêlrîn û siyaseta dewletên rojavayî û lobiya pirrbinador a siyonîst berbiçav e.

Di halekî da li dora 75an a Festîvala Cannes'ê da fîlmeke dije mezhebê û bêrêziya li Îmamê heştem ê şîeyan tê nîşandan ku welatên rojavayî rêzgirtina li mezheban û nebûna cihêkariya mezhebî wek xaleke bingehîn û binpênebûyî ya mafên mirovan dizanin.

 

Serepeyv