Festîvala Cannes'ê careke din hat lidarxistin. Serkeftiyên vê festîvalê di halekî da hatin nasandin ku di bijartina serkeftiyan da nêrîna profesiyonal nehatiye berçavgirtin û serdestiya nêrîna siyasî li ser hunerê tê dîtin.
Xelata mezin a Festîvala fîlman a Kenê (Cannes Film Festival) bi awayê hevpar gihîşte fîlma Qehreman a Esxer Ferhadî ji Îranê û fîlma Sitargeha hejmara 6 ji Yoho Kasmanîn ji Fenlandê.