Nîsan 01, 2022 15:49 Asia/Tehran
  •  Rapor: Dewama dagirkeriya Tirkiyê; Di mehekê de 85 kes li Efrînê hatin revandin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê bîlançoya sûcên meha Adarê yên li herêma Efrînê ya dagirkirî eşkere kir. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirkiyê hîn jî siyaseta qirkirina etnîkî dewam dike û li hemberî vê civata navneteweyî bê deng e.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo bîlançoya meha Adarê ya sûcên dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê yên li herêma Efrînê eşkere kir.

Şêxo anî ziman ku îstixbarata dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê di meha Adarê de 85 sivîl revandine, ji wan 12 jin û zorokeke keçe in.

Şêxo da zanîn ku artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê li Efrînê du şûnwar ruxandin û li navçeyên Şêrawa û gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê avahiyên mîtîngeriyê çêdikin.

Şêxo bal kişand ser asta sûcên dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê û wiha dewam kir: "Rojek derbas nabe ku artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê sûcan li dijî sivîlên li Efrînê pêk naynin. Dixwazin bi revandina sivîlan wan tengav bikin da ku ji malên xwe koçber bibin an jî bi darê zorê fidyeyan bidin."

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê di nava bêdengiya navneteweyî de planên xwe yên mîtîngeriyê pêk tîne û got: "Civata navneteweyî tevgera Rûsya ya li Ukraynayê bi dagirkerî bi nav dike, lê çavê xwe li sûc û binpêkirinên artêşa Tirkiyê ên li xaka Sûriyê bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî girtiye. Di van sûcên hovane de ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî de zêdetirî 50 komên çete beşdar in. Tevî van jî civata navneteweyî dewleta Tirkiyê wekî dewleteke dagirker tawanbar nekiriye, berovajî vê yekê

berpirsyariya van sûcan dispêre hin ferdên komên terorîst ên ku fermanên xwe rasterast ji Tirkiyê digirin."

Şêxo da zanîn ku ger rewş wiha bimîne, niştecihên resen ên li Efrînê mane dê bi xeteriyeke mezin re rû bi rû bin û got: "Armanc ji vê siyasetê koçberkirina sivîlan û hedefgirtina gundên herêma Şehbayê ye ku bi deh hezaran koçberên Efrînê lê hene. Her wiha da ku herêm ji niştecihên wê vala bibe û lê projeyên xwe yên mîtîngeriyê pêk bîne."

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo îşaret bi guhartina demografîk û  avahiyên mîtîngeriyê yên li gund û navçeyên Efrînê kir û da zanîn ku rêxistinên dewletên Kendava Farsê di qonaxa duyemîn de li gundê Şadrê yê êzidiyan ê Şêrewayê avahiyên mîtîngeriyê ava kirin û niha li gundê Qermitliq jî amadekariyan avakirinê dikin.

Şêxo ev li axaftina xwe zêde kir: "Em bi hin çalakgerên Kendava Farsê re, nexasim Kuwêtê re axivîn û rojnamevan Casim El-Cerîd nameyek ji Emîrê Kuwêtê re şand û tê de armanca avahiyên mîtîngeriyê yên li Efrînê şîrove kir. Niha jî li benda bersiva Emîrê Kuwêt in."

Şêxo da zanîn ku der barê avahiyên mîtîngeriyê yên dewleta Tirkiyê ava dike de, têkiliyên wan bi gelek rêxistinan re heye û got, dibe di rojên pêş de bi rêxistinên Ewropayê re jî bicivin.

Serepeyv