Şirove - Dewama destdirêjiya Tirkiyê ser Sûriye û Iraqê
Siyaseta derveyî ya dewleta Receb Teyib Erdogan di warê têkiliya Tirkiyê tev welatên navçe û cîhanê, gelekî cihê gumanê ye û diyar nîne ku rayedarên Enqerê li dû çi ne.
Nediyarbûna siyaseta derveyî ya serokkomarê Tirkiyê bi taybet di arê êrîşa li ser axa du welatên cînar bûye sebeb ku ev sêwirîn di aliyên siyasî yên navçe û cîhanê da xurt bibe ku rayedarên Enqerê tenê planên hêzxurtên cîhanê li Sûriye û Iraqê cih tînin.
Di vî warî da divê em bibêjin ku êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bakûrê Iraq û Sûriyê di rewşekê da gurr bûne ku rayedarên Enqerê bi taybet şexsê Receb Teyib Erdogan bi armanca şêwirîna di gel serokên Rûsiye û Ukraynê hewil didin. Di rastiyê da, serokkomarê Tirkiyê ku bi mebesta pêkanîna aştiyê navbera Rûsiye û Ukraynê hewil dide, hevdem fermana zêdekirina destdirêjiya li ser axa du welatên cînar dide. Serokkomarê Tirkiyê gotiye:
"Ez hewildanên xwe di gel serokkomrênn Rûsiye û Ukraynê ji bo rawestandina şêrr didomînim."
Tirkiyê ji dema destpêbûna operasiyona artêşa Rûsiyê li axa Ukraynê hewil daye ku di vê qeyranê da rola navciyekê bilîze. Ev di halekî da ye ku ev hewildan heta niha bêencam bûne. Tevî vêya, wisa xuya ye ku rayedarên Enqerê hema wisa hewildanên xwe ji bo lîstina rola navcî didomînin. Wer xuya dike ku rayedarên Enqerê pêdiviyeke zêde bi lîstina roleke wiha di qeyrana Ukraynê da hene. Bi taybet ku reftara rêberên Inglîz û Amerîkayê di gel dewleta Receb Teyib Erdogan, ewqasî li gorî daxwaza rayedarên Tirkiyê nîne.
Artêşa Tirkiyê di dewama destdirêjiyên xwe li ser bakûrê Iraq û Sûriyê, êrîşî ser du endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir. Dewleta Receb Teyib Erdogan Partiya Karkerên Kurdistanê daniye nav lîsteya komên terorîst û bi behaneya têkoşîna dijî endamên vê komê, bakurê van du welatan daye ber êrîş û destdirêjiyên xwe. Tirkiye bêyî berçavgirtina nerazîtiya dewlet û gelên Iraq û Sûriyê, destwerdana leşkerî ya neqanûnî ya xwe li van du welatan didomîne. Di rastiyê da divê em bibêjin: Hêzên artêşa Tirkiyê bi mehaneya 'Têkoşîna dijî terorîsmê' ev zêdetirî du salan e ku bi awayekî neqanûnî tevî dagirkirina hin beşên axa Sûriye û Iraqê, êrîşî wan dike.
Di du salên derbasbûyî da, ji ber van êrîşan, bi sedan kes ji welatiyên sivîl ên sûrî û iraqî ku pirraniya wan kurdên van du welatan in, canê xwe ji dest daye. Dewletên Şam û Bexdayê bi caran êrîşên leşkerî yên Tirkiyê şermezar kirine û ew wek binpêkirina serweriya axa xwe dane zanîn.
Gelê Sûriye û Iraqê jî bi caran kiryara leşkerên tirk şermezar kiriye û ji civaka cîhanî xwestine ku rê li ber tevgerên neqanûnî yên Tirkiyê li axa welatên xwe bigirin.
Tevî van şermezarkirin û bertekên nerênî, Konseya Ewlehiya Tirkiyê di civîna xwe ya vê dawiyê bi serokatiya Receb Teyib Erdogan serokkomarê vî welatî bi hilêxistina helwêsteke dijhev û nediyar, daxwaza ewlehî û aramiyê ji bo gelê Iraq û Sûriyê kir.
"Têkoşîna dewleta Tirkiyê dijî rêxistinên ku wan wek rêxistinên terorîst bi nav dike, dê bi awayê vebirr were domandin."
Êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li ser Sûriye û Iraqê di çend salên borî da bûye sebeb ku mesref û lêçûnên gelekî zêde ji berîka gelê vî welatî ji bo şêrr were terxankirin. Ji ber vê yekê ye ku gelê Tirkiyê ku ji sala 2005an va geşatiya aborî didît, aniha di tengasiya aborî û jiyanê da ye.
Karzan vê rewşa nebaş wek "Qeyrana aborî" bi nav dikin. Bêguman, heta wê demê ku artêşa Tirkiyê dewamê bide dagirkirina axa Sûriye û Iraqê, ne pêkan e ku qeyrana aborî li vî welatî çaareser bibe.
Xuya ye ku bi dewama rewşa niha, ne tenê encameke erênî dê ji bo rayedarên Tirkiyê tunebe, belkî ev rewş dê hema wisa li sser ziyana vî welatî û zexta herî zêde li ser gelê Tirkiyê be.